Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî banga mezinkirina têkoşînê kirin
- 14:56 9 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) têkildarî gef û operasyona muhtemel a dewleta tirk a li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê banga bilindkirina têkoşînê kirin û eşkere kirin ku komploya navneteweyî li ser gelê Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam e.
Li Komalgeha Borik a ser bi Şengalê Yekîtiya Ciwan ên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî gef û gef û operasyona muhtemel a dewleta tirk a li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyêê Endamê Rêveberiya YCÊ Harûn Diyar ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Di serî de em wek ciwanên Êzidî komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember gelê Rojava vê yekê dide diyarkirin ku heta niha jî komplo li ser gelê Kurd berdewam dike. Em dibînin yê ku di sedema êrîşên li ser Şengal û Kobanê de destek da DAIŞ'ê bi pêşengiya Erdogan îro dixwazin careke din Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Destkeftiyên li Şengal û Rojava ku di çarçoveya sîstema neteweya demokratîk de hatine bidestxistin bi ked û xwîna hezaran şehîdan bi dest ketiye. Tişta ku li Efrînê hatî kirin îro dixwazin li tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê dubare bikin."
YCÊ û YJCÊ'yê bang li qada navneteweyî kirin ku rê nedin careke din birîna dayîkên şehîdan ji nû ve vebe û bang li tevahiya gelên azadîxwaz û taybet civaka Êzidî hate kirin ku li her derê ji bo Rojava dakevin qadan û têkoşînê bilind bikin.







