Şêniyên Hesekê li dijî komployê daketin qadan
- 15:34 9 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedhezaran şêniyên Kantona Hesekê Komploya Navneteweyî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Îro bi sedhezaran şêniyên Kantona Hesekê yên Navçeya Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navnetewî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gefên dewleta tirk li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em tu kesên biyanî li ser xaka xwe qebûl nakin", "Em hemû QSD'yî ne", "Ji dagirkeriyê re na" û "Em ê li ber xwe bidin" û alên Kongreya Star, SMŞ, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ciwanên Şoreşger û alên Siryaniyan hatibûn hildan.
Meşvan bi berzkirina dirûşmeyên "Berxwedan YPJ/YPG'ê û QSD'ê vedibêje", gihiştin Konê Mertalên Zindî ku li ser sînorê di navbera bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hatiye danîn û di roja xwe ya Sêyemîn de dewam dike. Bi sed hezaran kesî berê xwe dan sînor û gotin: "Qatil Erdogan", "Ji dagirkeriyê re na" û "Em te qebûl nakin".
'Komplo berdewam dike'
Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso axivî û wiha got:"Komploya ku li dijî Rêber Ocalan pêk hat îro jî dewam dike, pêwîst e gelê me bi yek dengî li welat û derveyî welat rabin ser piyan. Dewleta tirk dixwaze împaratoriya xwe ya osmaniyan zindî bike, lê em ê bi zarok û dayikên xwe li hember wî bisekinin û asta xwe ya berxwedanê bilind bikin."
'Tirkiye dixwaze temenê krîzê dirêj bike'
Endama Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat jî got: "Her ku em nêzî çareseriya kirîza Sûriyê dibin dewleta tirk gefan dixwe û dixwaze temenê kirîzê dirêj bike û xaka me jî dagir bike. Pêwîste Netewên Yekbûyî bi erka xwe ya exlaqî rabin û nehêlin ku krîzên mezin rû bidin eger Dewleta Tirk êrîş kir."
Endama Meclisa Sûriyeya Pêşerojê Hundirîn Sîno jî ev yek anî ziman: "Pêwîst e Netewên Yekbûyî mijara kirîza Sûriyê bi rengekî siyasî çareser bikin li gorî biryara 2245'an tevbigerin û rê li ber qetilkirina mirovan bigrin."
Meş bi dirûşmên "Em ê dagrikeriyê têk bibin"bi dawî bû.







