Li Girê Spî helwestên li dijî dagirkeriyê didomin

  • 15:54 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
GIRÊ SPÎ - Şêniyên Kantona Girê Spî û şandeyên ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûne, li dijî gefên dewleta tirk teqez kirin ku ew ê herêmên xwe biparêzine û rê nedin dagirkeriyê.
 
Çalakiyên Mertalên zindî yên li gûndê Nis Til, Meşreft El-Izo yên li Rojhilatê Girê Spî û li taxa El-Munbetih ya li Rojavayî Girê Spî ne, li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di roja xwe ya sêyemîn de didomin.
 
Di roja sêyemîn de şandeyek ji Partiya Sûriyeyê ya pêşeroj ji bajarê Reqayê, Kantona Kobanê û ji Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana konê çalakiyê yê li taxa El-Munbetih kirin. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranina cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Serokê Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroj Ibrahîm El Qeftan axivî û wiha got: "Dewleta Tirk hurmetê ji gelê li dora xwe re nake û ji bilî kuştin û dagirkirinê tiştekî nake. Em hemû jî vê siyasetê û dîroka Tirkiyeya Osmanî nas dikin, ji lewra em ê li hember gef û tehdîdên wan bê deng nemînin, li berxwe bidin û welatê xwe biparêzin. Di dawiyê de peyama me ji bo Rêjîma Baasê û hemû dewletên navnetewî heye ku ji Erdogan hesab were xwestin û jê re sînor deynin, da ku rê li pêşiya vegera DAIŞ'ê venebin. Em ji pirojeya xwe ya demokratîk venagerin û em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku cihê me jî di destûra Sûriya nû de çêbe û em ji bilî diyaloga Sûrî-Sûrî tu çareseriyan qebûl nakin."
 
Her wiha hevseroka Rêveberiya Xweseriya demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî wiha got: "Me bi hemû rê û rêbazan hewil da ku em çareseriyekê bi dewleta tirk re bibînin da ku em gelê xwe ji vê krîzê biparêzin. Lê dewleta tirk bi israr e ku li herêmên me şer bide destpêkirin da ku pirojeya me ya demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê hembêz kiriye têk bibe. Me ragihandibû û em dîsa amedekariya redkirina vê dagirkeriyê radigihînin, em ê rê nedin dewleta tirk ku derbasî axa me bibe."
 
Di dawiyê de şandeyan berê xwe dan çalakiya li gundê Nis Tel û ya li gundê Meşreft El-Izo da ku piştgriya şêniyan bikin.