TJK-E: Roj roja xwedî derketina li rûmetê ye

  • 17:02 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li her kesê kir ku xwedî li rûmeta xwe derkevin.
 
Artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê opersyon da destpêkirin. Balafirên şer gundê Mişrefa yê girêdayî Serêkaniyê ku bi ser Kantona Cizîrê ve ye bombebaran kir. Derbarê operasyonê de Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da.
 
TJK-E di daxuyaniyê de wiha bang kir: "Li dijî êrîşên AKP/MHP’ê ya li ser Rojava dayî destpêkirin di serî de divê jin, hemû kes li cihê lê nerazîbûn nîşan bike û dengê xwe bilidn bike. Bang li her kesê dikin xwedî li Rojava rûmet, axa xwe û mirovahiyê derkevin. Bila bê zanîn bi redîkalbûna çalakiyên xwe heta dawiyê ji bo Rojavayek Azad em ê têkoşînê bikin. Roj roja xwedî li rûmeta xwe derketinê ye.”