Li Rojava baombebaran her ku diçe berfireh dibe

  • 17:16 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
GIRÊ SPÎ - Balafirên şer ên artêşa tirk Eyn Îsa bomberan dikin. Her wiha li bajarê Girê Spî û gundê Sêgirka yê Qamişloyê û Girê Spî jî topbaran tê kirin.
 
Artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Balafirên di serî de gundê Mişrefa yê girêdayî Serêkaniyê bi ser Kantona Cizîrê ve ye bombebaran kiri. Niha jî li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmên hatin girtin hat aşkerakirin ku Eyn Îsa jî bombebaran dike û herwiha li Girê Spî jî dest bi topebaranê kiriye.
 
Li Qamişloyê û Girê Sipî jî bombebaran  
 
Li gorî agahiyên herî dawî yên ji herêmê hat diyarkirin ku gundê Sêgirka yê Rojhilatê Qamişlo û Girê sipî jî ji aliyê artêşa tirk ve tê topbarankirin.