Fransayê êrîşa li hemberî Rojava xist rojeva Konseya Ewlekariyê
- 18:26 9 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fransayê operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û xist rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Wezîra Karên Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn demeke kurt piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û operasyonê bi tundî şermezar kir. Emlîe wiha got: "Em Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî bûyerê bi tundî şermezar dikin. Em der barê vê bûyerê de deklarasyoneke hevpar amade dikin ku li ber qedandinê ye."
Wezîr diyar kir, wan mijar xistine rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.







