Li Ewropayê kurd û dostên kurdan li ser piya ne
- 19:03 9 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin li bajarên Bruksel, Strasbourg, Stuttgart û Roma ji hêla Kurd û dostên Kurdan ve li qadan hat şermezar kirin.
Operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê îro hat destpêkirin. Piştî operasyonê li her derê cîhanê li hemberî AKP û MHP'ê bertek hatin nîşandan. li li Bruksel, Strasbourg, Stuttgart, Roma û gelek bajarên welatên Ewropayê kurd û dostên kurdan daketin qadan û nerazibûnên xwe anîn ziman û operasyon şermezar kirin.







