Li seranserê bajar û navçeyên Herêma Cizîrê gel daketin qadan
- 19:32 9 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di encama êrîşên dewleta tirk de, li seranserî bajar û navçeyên herêma Cizîrê gel daket qadan û ji bo parastina axa xwe çek hilgirtin.
Îro di saetên piştî nîvro de artêşa dewleta tirk êrîşî bajarên Serêkaniyê, Girêsipî, Eyn îsa kir. Di encama topebarana dewleta tirk de li bajarê Serêkaniyê 2 welatî birîndar bûn û kesek jiyana xwe ji dest da. Piştî ku oparesyona leşkerî a dewleta tirk dest pê kir, li seranserî bajar û navçeyên herêma Cizîrê di van saetan de gel daketin qadan û çek ji bo parastina axa xwe ji êrîşan hilgirtin ser milê xwe.
Niha di van saetan de gel li qadan e.







