Neteweyên Yekbûyî bi mijara Rojava dê sibê bicive

  • 19:49 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser banga Fransa û Brîntanyayê dê sibe bi awayekî awarte bi mijara operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bicive. 
 
Li gorî nûçeya ajansa Reuters ku ragihandiye hin dîplomatan, Konseya Ewlekariyê li ser banga Fransa û Brîntanyayê, wê sibe bi awayekî awarte bicive. Wezîra Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Amelî de Montchalin diyar kiribû ku wan plankiriye li gel Brîtanya û Almanyayê banga civînê li Konseya Ewlekariyê bikin.