HDP: Li dijî şer bibin dengê gelê Rojava

  • 20:15 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, operasyona TSK'ê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û gotin: “Em li dijî şer bibin dengê gelê Rojava." 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya nivîskî weşandin. Hevserokan anîn ziman ku hikûmeta AKP-MHP'ê hemû peymanên navneteweyî bin pê kirine û ev şer li dijî hiqûqê ye û ne rewa ye. Hevserokan destnîşan kirin ku li pêş çavê hemû cîhanê ketin nava hewldana dagirkeriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên gelê Rojava û gelê Kurd dikin hedef. Em vê operasyonê şermezar dikin."