HPC-JIN: Em ê parastina gel, xak û rûmeta xwe bikin
- 20:20 9 Cotmeh 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Îro Dewleta Tirk bi balafirên şer nokteyên sivîlan bombebaran kir. Endamên Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-JIN kolanên bajêr dibarêzin û dibêjin: "Em canfedayê welatê xwe ne, heya kêliya dawî em ê li ber xwe bidin."
Îro di saet 16:18 balafirên şer ên Dewleta Tirk navçeya Serêkaniyê a girêdayî Kantona Hesekê bombebaran kir. Di encamê de 5 kes birîndar bûn û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û Hêzên Parastina Civakî HPC-JIN tevî gelê wê jî niha navçeyê diparêzin. Kamîreya me li kolanên Serêkaniyê geriya û rewşa endamên HPC û HPC-JIN û amadekariyên wan şopand.
'Em ê gel û rûmeta xwe biparêzin'
Endama HPC-JIN Sûriya Mihemed axivî û wiha got: "Hey Erdogan tu çi ji gelê me dixwazî, gunehê van zarok û jinan çi ye ji ber tank û topê de jiyana xwe ji dest bidin? Ew ê dîrok tu carî te efû neke, em ê heya kêliya dawî gel û rûmeta xwe biparêzin."
'Çawa çeteyên El-Nusra têk çû dê niha dewleta tirk jî têk biçe'
Cemîla Mihemed jî got ku ji zarokên 7 salî heya kal û pîrên 70 salî ew ê li ber xwe bidin û wiha dom kir: "Gelê Serêkaniyê û şervanên wê çawa ku çeteyên El-Nusra têk birin ew ê niha dewleta tirk jî bi hêz û îradeya xwe têk bibe. Em ê gavekê şûnde neavêjin û li hember parastina gelê xwe bi erk û berpirsiyarî tev bigerin."
'Kanî wîjdanê mirovahiyê?'
Hemrîn Elî jî got kanî wîjdanê mirovahiyê û wiha pêl da gotina xwe: "Kanî wîjdanê mirovahiyê? Îro zarok û jin bi topên Erdogan tên qetilkirin û cîhan bêdeng e. Eger wîjdanê wan tehemûl dike balafirên Tirk zarokên Rojava qetil bikin wê demê ew jî şirîkê wê ne."







