ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:01 10 Cotmeh 2019
- Rojev
* Jinên Efrînê yên ku îşkence ji aliyê rejîma BAAS'ê ve didîtin, dev ji kar û xebatên xwe bernedan. Jinên Efrînê derbarê îşkenceyên ku ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve dîtine axivîn û gotin: "Em jinên Efrînê teslîmkariyê qebûl nakin. Loma me her tevî hemû zehmetî û îşkenceyan xebatên xwe didomandin." DÎMEN HEYE
*Payiz Dûrsûn pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Payîza emrê min, buhara dilê min” bi zimanê kurdî çap kir. Payizê bal kişand ser qedexebûna zimanê dayikê û got; “Divê em qedexeyan nas nekin û zimanê xwe li her qadê bidin jîyîn.”DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Firyal Ehmed geşedanên dawî yên li herêmê nirxand. Firyalê got: "Heger dewleta tirk derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, dê bigihêje Şamê jî. Pêwîst e Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe zelal bike. Divê li dijî vî sûcê mirovatiyê hemû kes dawî li bêdengiya xwe bîne." DÎMEN HEYE
*Li navçeya Cizîrê, polîs her carê diçin malan û zexxta li wan dikin. Polîs ji malbatan re dibêjin ji bo zarokên xwe yên tevli nav PKK’ê bûne biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Malbatên Cizîrê anîn ziman ku ger çareserî ligel HDP’ê bûya dê ev pirsgirêk çareser bûna û wiha gotin: “Çareserî ne li ber avahiya HDP’ê ye. Çareserî li ber deriyê dewletê ye.” BI DÎMEN
*Şêwermenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, derbarê rewşa gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: Heger ku tirkiye êrîşî herêmên me bike, wê tehlûkeyên pir mezin derkevin pêş. DAIŞ tune nebûye û xeteriya wê hîn pir zêde heye. Tu mafê tirkiyeyê tune ye ku derbasî axa me bibe." BI DÎMEN
*Endama Meclîsa Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Sarah Jane MCDonough bertek nîşanî amadekariyên operasyonê yên Tirkiyeyê û biryara DYA’yê ya vekişîna leşkerên xwe ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Şervanên Kurd, texrîbata DAIŞ’ê pêk anî, berovajî kir, lê ev helwest û tevgerên bêperwa yên Trump wê veguhestinan bike bin garantiyê. Ev ne tenê îxanetek li hember Kurdan e, ev îxanetek global e.”
BI DÎMEN
*Meryem Gokkan ku bi kursiya teker tevlî Nobeta Demokrasiyê bûye wiha got: “Pariyê me ji devê me digirin. Zarokên me ji hembêza me digirin. Çav berdane canê me, axa me. Em ji vê re jî dengê xwe bilind nekin, em çima dijîn gelo, çi wateya wê heye.”BI DÎMEN
*Meryem Bulut jî yek ji kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû û cil û bergên parçebûyî yên wê rojê li xwe kiribû, şahidê têkoşîna ku ji bo aştiyê daye. Ew cil û berg li Sêwas, Licê, Kobanê û Şirnexê ligel Meryemê bûn. Yên ku demên dawî yên Meryemê vebêjin ev cil û berg in. Tiştên di dawiya jiyana xwe de jiyaye jî ancax ev cil dikarin vebêjin. BI DÎMEN
* Bisiklêt Çocuk ya bi Ma Muzîk Center re xebata hevpar dimeşîne, ji bo zarokên li Kadîfekaleyê atolya hunerê pêk anîn. Zarok di bernameyê de yekem car derketin ser dîkê. BI DÎMEN
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku operasyona Tirkiye li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin wê krîza siyasî ya herêmê kûr bike û got: “Koçberiyên girseyî bên jiyîn. Wê baweriya mirovan li hember hev nemîne. Ev tenê wê ji bo dirêjbûna temenê faşîzma AKP-MHP’ê bi fêde be. Wê DAIŞ dîsa ji bo cîhanê bibe tehdîd.” DÎMEN HEYA
*Piştî operasyona leşkerî ya dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji bo parastina xwe daketin qadan. Jinên Kobanê yên ku li hemberê êrîşan rabûna û gotin: "Vîna me xurte, em ê têbikoşin û em ê bi ser bikevin." DÎMEN HEYE







