'Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe li hember gef û êrîşên dewleta tirk bisekinin'
- 09:08 10 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Firyal Ehmed geşedanên dawî yên li herêmê nirxand. Firyalê got: "Heger dewleta tirk derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, dê bigihêje Şamê jî. Pêwîst e Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe zelal bike. Divê li dijî vî sûcê mirovatiyê hemû kes dawî li bêdengiya xwe bîne."
Di rojên dawî de gelek bûyer rû dan. Avakirina Komîteya Destûrê Sûriyeyê, êrîş û gefên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vekişîna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û nakokiyên di navbera hêzên hegemon de rû didin. Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê Firyal Ehmed derbarê geşedanên dawî de nirxandin kir.
'Erdogan ketiye girikê de'
Firyalê diyar kir ku serdema mirovahî û dîrokê pêş dikeve û kurd dibe xwedî sitatu loma êrîş û gefên dewleta tirk zêde dibe û wiha dom kir: "Tirkiye ne tenê di warê aboriyê de, di warê siyasî û diplomasiyê de jî ketiye tengasiyê. Erdogan ketiye tengasiyê êdî nizane ku dê çawa û bi çi rengî derkeve. Destê ku bigihêje herêmên me em ê jê bikin."
'Destûrek hebûna me neparêze em napejirînin'
Firyalê avakirina komîteya destûrê Sûriyê bi bîr xist û ev yek anî ziman:"Destûr temsîla îrade, hebûn û nasnameya netewan dike. Îro bi çi mafî Destûrek ji Sûriyê re tê dayîn bêyî ku nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih tê de bigirin? Destûrê ku nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe tê de negrin em napejirînin."
'Heman komploya li dijî Ocalan pêk hat niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike'
Firyalê teqez kir ku komployek navneteweyî li hember Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan pêk hat îro heman komplo li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê meşandin û wiha dewam kir: "Li dijî têkoşîna azadiya Gelê Kurd li seranserî dîrokê heta vê kêliyê gef û komployên pir mezin ku hemû hêzên hegemon cihê xwe têde digirin hene û dewam dike. Komploya li dijî Rêber Ocalan pêk hat, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê meşandin, mînaka wê jî dagirkirina Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk e, ku bi alîkariya gelek hêzên komploger hat pêkanîn."
'Divê hemû kes li dijî êrîşan derkeve'
Firyalê destnîşan kir ku divê Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe diyar bike û wiha pêde çû: "Xaka Sûriyeyê mîna goştekî ji aliyê Tirkiyê, Rûsiya û Îranê tê parçekirin û Rêjîma Sûriyê helwesta xwe diyar nake. Di zûtirîn demê de divê Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe nîşan bide, ji ber ku dewleta tirk heger derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe dê bigihêje Şam, Mekke El-Mukerema û Medîna El-Munera jî. Mêrdîn û Lîwa Îskenderon jî herêmên Sûriyeyê bûn, lê di hevpeymana Lozanê de tevlî bajarên Tirkiyeyê hatin kirin. Divê hemû kes li dijî êrîşan derkeve."
'Îran dixwaze para herî mezin ji Sûriyeyê ji xwe re bibe'
Firyalê daxuyaniya ku Îranê der barê gefên Dewleta Tirk hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû wiha pênase kir: "Îran ku îro dagirkeriya Tirkiyê qebûl nake, ev ne ji bona çavreşiya gelê me da, lê ji ber dixwaze para herî mezin ji Sûriyê ji bona wî be mînaka wê ya ber bi çav ew e ku gelê Dêra Zorê hember dagirkirina leşkerên Îranê ji xaka wan re her Înê meşan lidar dixin lê gund û herêmên di bin serweriya wê de ye ji gel re venagerîne. Tê wê wateyê ku hebûna Îranê li Sûriyê wê demdirêj be."
Firyalê da xuyakirin ku heger êrîş dewam bike dê xeteriyên pir mezin rû bidin û wiha dom kir:"Pêwîst e hemû dewletên cîhanê li hember gefên dewleta tirk nerazîbûnên xwe nîşan bidin û bi erkê xwe yê exlaqî û wîjdanî ve rabin."
'Kurdên li cîhanê dijîn, hûn jî rabin ser piyan'
Firyalê bang li gelê Kurd ên li derveyî welat û tevahî cîhanê kir ku ew jî rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e tevahî kurdên li cîhanê dijîn, rabin ser piyan. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe li hember gefên dewleta tirk bisekinin û şoreşa xwe biparêzin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe li hember gef û êrîşên dewleta tirk bisekinin."







