Dîlber Yûsif: Êrîşên dewleta tirk wê tehlûkeyên mezin bi xwe re bîne

  • 09:11 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Şêwermenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, derbarê rewşa gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: Heger ku tirkiye êrîşî herêmên me bike, wê tehlûkeyên pir mezin derkevin pêş. DAIŞ tune nebûye û xeteriya wê hîn pir zêde heye. Tu mafê tirkiyeyê tune ye ku derbasî axa me bibe." 
 
Di çarçoveya rewşa gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêwermenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif  nirxandinên girîng kir û got: "Kurd ji bo tu welatan ne xeter e. Kurdan li hember terora li dijî cîhanê şer kirin û cîhan tevahî ji DAIŞ'ê parastin û rizgar kirin. Em ê parastina axa xwe jî ji Tirkiyeyê bikin."
 
'Dewleta tirk naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu'
 
Dîlber wiha dest bi axaftina xwe kir:  "Em niha di nava pêvajoyeke nû de derbas dibin. Gefxwarinên dewleta tirk ên  li ser  herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û êrîş dikin. Ji bo Tirkiye operasyona xwe ya leşkerî pêk bîne, her tim hinceta ku sinorê wê di nava xeteriyê de ye derdixe pêşberî cîhanê. Em hemû dizanin her tim dewleta tirk bi vê siyasetê dixwaze pilanên xwe bi her kesî bide qebûlkirin. Em armancên Tirkiyeyê baş dizanin ne ewlehiya sînor e. Heger mijar ewlehî be dewleta tirk li seranserî sinorê xwe dîwar lêkiriye û rêkên çûn û hatinê qut kirine. Dewleta tirk terora DAIŞ'ê li gel xwe mezin kir û derbasî herêmên me kir û ev çete jî di sinorê wê re derbasî herêmên me bûn û her kes jî vê rastiyê baş dizane. Çeteyên DAIŞ'ê bi xwe ev yek anîn ziman, ku çawa bi hevkariya Tirkiyeyê hatine perwerdekirin. Dewleta tirk naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu."
 
'Dewleta tirk dixwaze gelê kurd tune bike'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Dîlberê da zanîn ku ew ê gelê kurd li dijî êrîşan bisekinin û wiha got: "Dewleta tirk her tim bi hincetên cuda êrîşî welatan dike. Pirsgirêkên hundirîn yên Tirkiyeyê heger di hundir de neyên çareserkirin, nikarin bi derve bide çareserkirin.  Heger pirsgirêka kurd di Tirkiyeyê de yan di  sinorên Sûriy, Iraq û Îranê de neyê çareserkirin, Tirkiye her wê di nava metirsiyê de be. Kurd her tim amade ne ku bi diyalogan pirisgirêka xwe bi Tirkan re çareser  bikin  û ji bo nexşeya çareseriyê amade ne. Pirsgirêka me bi Tirkiyeyê re  ew  ku gerek îradeya civakê û gel bê naskirin û neyê inkarkirin û qirkirin."
 
'Gelê Kurd li ser tu welatan ne xeter e' 
 
Dîlberê destnîşan kir ku kurd ji bo sinorên welatên din nebûne xeter û cîhan ji terorê parastin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di nava Tirkiyeyê de, li kurdan wekî terorîst tê mêzekirin. Îro bi hezaran jin, siyasetmedar û rojnemevan di zindanên Tirkiyeyê de hene. Ev mijar divê raya giştî jî jê balder be. Pirisgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirisgirêka Rojhilata Navîn jî nayê çareserkirin. Kurd ji bo tu welatan ne xeter in. Kurdan li hember terora cîhanî şer kirin û cîhan tevahî ji DAIŞ'ê parastin û rizgar kirin. Di xetên sinor de gelên sivîl dijîn û bi îradeya xwe bawer in ku di nava van salên şoreşê de herêmên xwe parastin, rojekê li hember tirkan guleyek neteqandine. Eger li gor mantixaTirkan ev civaka sivîl terorîst in, li gor pîvanên cîhanê gelo kî terorist e? Çima hêzên koalisyonê bi vê civakê re hevkarî kirin? Zarokên ku beşdarî şerê terorê bûn, hemû zarokên vê civakê ne û ji hemû netewên li ser vê axê dijîn. Heya niha yek ji leşkerên koalisyonê parastina kampa Holê ya DAIŞ'î nekirine. Tenê Rêveberiya Xweser  bi hêza xwe ya ewlekarî  li dijî vê xeteriyê disekine." 
 
'Welat hemû berpirsiyar in li hember welatiyên xwe yê DAIŞ'ê'  
 
Dîlberê  di nava axaftinên xwe de balê dikşîne ser encamên ku êrîşa tirkiyeyê bi xwe re bîne û wiha dibêjê: " Bi êrîşên dewleta tirk wê tehlûkeyên pir mezin derkevin pêş. Bi hezaran DAIŞ'î li gel Rêveberiya Xweser di girtîgehan de hene. Dewletên navnetewî berpirisyar in li hember welatiyên xwe yên teror. Ger  êrîş ji aliyê Tirkiyê ve çêbibe jî, wê xeterî ne tenê li ser herêmê hebe, wê li ser cîhanê tevahî hebe. Gefên DAIŞ'ê jî hene dibêje ez ê xwe ji nû de birêxistin bikim. Xeteriya DAIŞ'ê ya li Baxozê, îro  li Kampa Holê heye. Şaneyên razayî di tevgerê de ne. Ji bo wê em dibêjin raya giştî berpirisyar e. DAIŞ tune nebûye û xeteriya wê hîn zindî ye."     
    
'Tirkiye dewletek dagirker e û alîgirê çeteya ye'
 
Dîlberê diyar kir ku di nava van gef û tehdîdan de tirkiye dixwaze xeyalên xwe yên ku wida kirine zindî bike û mîsaqa milî pêk bîne û wiha axaftina xwe domand: "Çeteyên Tirkiyeyê îro di Idlib, Efrin, Cerablos û Ezazê kiryarên dagirkeriyê dide meşandin. Em dikarin bêjin li vê derê dewleta tirk dewleteke dagirker e. Dewleta tirk ne tenê piştgiriya DAIŞ'ê dike, armancên tirkan û pilanên wê ku çawa nexşeya Rojhilata Navîn winda kiribû di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de, careke din vedigerîne mîsaqê milî. Xeyalê Tirkiyaye osmaniyê careke din di sedsala nû de zindî bike. Li ku derê tifaqên xwe winda kiriye projeya misaqên milî pêk bîne. Armancên tirkan di dagikirina xaka Sûriyeyê de ew e ku herêmên Sûriyeyê bi ser nexşeya Tirkiyeyê vebike. Bi şerekî di herêmên me de jî wê çeteyên xwe di sinor de bi cih bike, wekî ku çawa li Efrinê bi cih kiriye û demografiya herêmê careke din bide guhertin. Tirkiye piştgirtiya fikir û zihniyeta komên radikal dike. Derbasbûna tirkiyeyê ji herêmên me re rizgarkirina çeteyên ku di girtîgehan de ne, da ku careke din cîhanê bi wan tehdîd bike." 
 
'Dewleta tirk bazaran li ser hesabê gelê kurd dike'
 
Dîlberê bal kişand ser pilanên dewleta tirk ji dagikirina axa Sûriyeyê re, ku gerek hemû gelê Sûriyeyê jê re hişyar bin û wiha dom kir: "Gereke her kes baş bizanibe dewleta tirk axa me parçe dike. Mafê dewleta tirk nîne derbasî axa Sûriyeyê bibe. Dive rêjîma Sûriyeyê jî li hember siyaseta dewleta tirk xwedî helwest be. Dewleta tirk li ser xwîna gelên Sûriyetê ticareta aborî dike. Ger dewleta tirk penaberan ewqas difikire wê demê, bila çeteyên xwe ji herêmên gel lêne vekişînêewê demê wê her kes vegere malên xwe û li ser axa xwe bijîn. Pêwîst nake kampên ewle ji penaberan re re ava bike. Siyasete tirkan xelkê Sûriyeyê berde hev û wan bi hev bide şerkirin. Gerek gelên Sûriyeyê li hember siyaseta tirkan hişyar bin. Tirkiye başiya gelên  li Sûriyeyê naxwaze."
 
'Ji bo diyaloka Sûrî-Sûrî em amade ne'
 
Dîlberê wiha dewam kir:"Di destpêka avakirina Rêveberiya Xweser heta niha, em xwedî projeya çareseriyê bûn. Ji bo hemû aloziyên ku çêbûne me di çarçoveyee teng de negirtiye. Her tim me fikrê çareseriyê pêşkêş kiriye. Em niha jî amade ne bi rêjîma Sûriyê re ji bo çareseriyên bingihîn û parastina axa xwe li hev bikin. Ji bo diyaloka Sûrî- Sûrî em amade ne." 
 
'Em bi îradeya gelê xwe bawer in, serkeftin a me ye' 
 
Dîlberê wiha  dawî li gotinên xwe anî:"Banga me ji bo tevahî gelê Sûriyê re, ji leyistokên dewleta tirkiyeyê re hişyar bin. Bila gelê me bi siyaseta Tirkiyeyê neyê xapandin û jê re nebin qurbanî. Em ê li ser axa xwe bin, pêwîstiyên me bi kampan tune ye. Ewlehiya me li ser axa me ye, em bi îradeya  gelê xwe bawer in. Serkeftin a îradeya civaka demokratîk e."