Li gundên Rojavayê Kobanê êrîş berdewam e

  • 09:29 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Di seatên sibehê de Artêşa Tirk careke din êrîşî gundên Boban, Siftek, Tepê Şehîd Hogir, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên Rojavayê Kobanê kir.
 
Artêşa tirk a ku li dijî rojvayê Kurdistanê duh êrîş da destpêkirin, di saetên serê sibehê zû de careke din bi çekên giran êrîşî  gundên Boban, Siftek, Tepê Şehîd Hogir, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên rojavayê Kobanê ku li ser xeta sînor dikevin kir. Lê derbarê windahiyan de tu agahî nehat dayîn.  
 
 Êrîş berdewam e.