Parlamentoya Herêma Baskê bang li Tirkiyeyê kir: Êrîşan bi dawî bike
- 20:12 11 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Herêma Baskê bertek nîşanî êîrîşên Artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li Tirkiyeyê kir ku demildest êrîşên xwe rawestîne.
Piştî bomberakirin û êrîşên Artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe li qada naveteweyî bertekên li dijî Tirkiyeyê zêde dibin. Parlamentoya Herêma Baskê jî piştî NY'ê bang li Tirkiyeyê kir û got, "Em jî tevli banga NY'ê dibin û ji Tirkieyeyê re dibêjin demildest êrîşên xwe yên li dijî Rojava rawestîne."
Berdewamiya daxuyaniya Baskê wiha ye: "Rojava heremeke kurd li bakurê Suriye ye. Turkiye hewl dide ku bikeve hundirê wê û bi balafiran bombebaran dike, sivîlan dikuje. Ev êrîş li dijî kurdan tên kirin û gefa herî mezin lidijî neqedandina şerê li Sûriyeyê ye. Ketina hikumeta Turkiye li bakur û rojhilatê Suriye gaveke gelekî xeter û şaş e. Gelên bakurê Suriye, ên ku bi deh hezaran kes ji bo azadiya xwe li dijî DAÎŞ'ê feda kirine û pergala xwe ava kirine niha careke din bi şidet û kaosê re rû bi rû dibin. Ne tenê gelê kurd, erab, turkman, asurî, ermenî û êzîdîyên ku li herêmê ne j di xeteriyekê mezin de ne.
Ji ber vê xeteriya li ser gelên herêmê em careke din bang li Tirkiyeyê dikin û dibêjin ku em tevlî banga Yekitiya Evruopa (NY) ya ku dibêje ' çareseriya pirsgirêkê ne bi rêya leşkerî ye' dibin û em ji Turkiya dixwazin ku operasiyona leşkerî bi dawî bike. Ev operasiyon wê li bakur û rojhilatê Suriye aramiya heremê têk bibe kuştina sivîlan zêdetir bike û wê bihêle ku gelek kes koçber bibin.
Herwiha em ji NATO'yê jî dixwazin ku berpirsiyariya xwe ya li qada navneteweyî bi cih bîne."







