Li Şehbayê meşa ciwanan a girseyî
- 20:42 11 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehbayê meşek li Navçeya Fafînê ya Şehbayê bi diruşma "Li hember dagirkerî û êrîşan serî hilde" li dar xisitn.
Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê bi dirûşma "Li hember dagirkerî û êrîşan serî hilde" meşeke girseyî li dar xist. Meşê ji navçeya Fafînê dest pê kir û heta Qada Ajotinê berdewam kir . Meş bi tevlîbûna hemû endamên Yekîtiya Ciwanên Efrîn û Şehbayê, xwendekarên Efrînê hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Li hember dagirkeriya dewleta tirk a dagirker serî hilda" û "Serkeftin ji bo îradeya Gelê Bakur û Rojhilatê Firatê" hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşma "Bimre dagirkerî" û "Bijî Berxwedana QSD'ê" hat berzkirin.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayîn. daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Yekitîya Ciwanên Şoreger ên Efrînê Evîn Bilal ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji dest pêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, Gelê kurd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû îradeya xwe li hember bê axlaqiya faşîzmê berxwedaneke bilind bi rêve dibin. Bi hilbijartina xeta sêyemîn di vê şoreşê de me projeya Netewe demokratîk ji xwe re esas girt, li hember desthilatdarî û terorîzmê me li ber xwe da û nûmûneya wê jî têk birina DAIŞ'ê û hemu artêşên ku dixwestin vê erndingeriyê dagir bikin. Kes nikarê înkar bike, DAIŞ xeteriyeke mezin bû li ser tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê. Dewlet hemû dizanin ku yekem dewleta ku destek dida DAIŞ'ê dewleta tirke.
Bi êrîşa li ser Efrînê xwestin vê hêza me têk bibin, lê bi têkçûna DAIŞ'ê me hêza xwe ya xweseriya demokratîk û hevgirtina gelan nîşan da. Niha jî careke din gelê me li tevahî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrîşên dagirkeriya tirkiyê re rû bi rû dimîne.
Îro em hemû gel bi hev re dîrok û destanên qehremaniyê li hember êrîşên dewleta tirk didin meşandin.
Em ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê di kesayeta hemû pakrewanên azadiyê de li ber xwe bidin û dawiyê li faşîzmê bînin. Em di têkoşîna xwe de bi israrin."
Daxuyanî bi dirûşman qediya.







