Şêniyên Herêma Firatê bêdengiya qada navneteweyî şermezar kirin

  • 20:58 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên herêma Firatê, yên Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêra Zorê bi armanca şermezarkirina êrîşên Artêşa Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li ber Navenda Koalisyona navnetewî li darxistin.
 
Artêşa Tirk ji 9'ê Cotmehê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran û topbaran dike. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan,  Şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê li gundê Xerab Hişkê yê girêdayî navçeya Çelebiyê ya başûr Rojhilatê Kobanê meşeke girseyî li darxistin û bêdengiya qada navneteweyî şermezar kirin. 
 
Meşê bi dirûşma “Ji bo Rojava rabin ser piyan” ji qada Şehîd Gelhat Raman dest pêkir û li ber deriyê navenda Koalisyona Navneteweyî veguherî mîtîngê. Mêtîngê bi deqeyek rêzgirtinA ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir. Paşê  li  ser navê meclisa Dêra Zorê Zehra Taba, Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce, meclisa sivîl a Minbicê Nezîfa Xilo, rûsipiyên Eşîran şêx Farûq El-Maşî, Ji Meclisa malbatên Şehîdan Eyşe Efendî û JI Meclisa jinên Dêra Zorê Şehrezat Casim  axaftin kirin.
 
Kesên ku axivîn êrîşên artêşa tirk şermezar kirin û wiha gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwediyê vê xakê ye û dê li dijî  Erdogan û komên girêdayî wî bi ser bikevin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînin. Heta dawiya em ê li pişt şervanên  xwe bin .”
 
Piştî axaftinan şêniyan li ber navenda Koalisyona Navneteweyî çalakiya mertalên zindî li darxistin.
 
Çalakî bi dirûşmên  "Ji dagirkeriyê re na", "Bijî berxwedana QSD’ê" didome.