Niştecihên Nisêbînê bertek nîşanî serokê AKP'ê dan

  • 21:28 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Serokê AKP’ê yê navçeya Nisêbînê Mehmet Latîf Ozer piştî teqîna li navçeyê rû da, hat ber nexweşanê û xwest daxuyanî bide, lê rastî bertekan hat. Serokê AKP’ê yê rastî bertekên gel hat, xwe spart nexweşxanê. 
 
Walîtiya Mêrdînê derbarê teqîna îro li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê rû da de daxuyanî da û diyar kir ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûne. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê ku hin birîndar lê tên dermankirin, rawestandina welatiyan dewam dike. 
 
Welatî û xizmên birîndaran ên bertek nîşanî rayedarên polîsan dan, dûre bertek nîşanî Serokê AKP’ê yê Navçeyê Mehmet Latîf Ozer ê hat nexweşxanê dan.  Gel di dema Ozer xwest daxuyanî bi de, bertek mezin nîşanî wî dan. Ozer ji ber bertekên gel xwe spart nexweşxanê. Rakêşana li ber nexweşxanê dewam dike.