Li Amedê jin û ciwan li dijî şer meşiyan

  • 22:04 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meş hat lidarxistin û çalakiya vemirandina lampeyan û dengderxistinê hat lidarxistin. 
 
Li navçeya navednê Peyasê ya Amedê komeke ku ji jin û ciwanan pêk dihat li kolan û kuçeyan li dijî êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin û êrîş şermezar kirin.  Bi armanca piştevaniya jin û ciwanên bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", " Ji şer re na" meşiyan şêniyên navçeyê jî li malên xwe lampe vemiravndin û çalakiya dengderxistinê pêk anîn.