Gulîstan Xelef: dewleta tirk dixwaze dîrok û nasnameya gelan tune bike

  • 09:03 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ronîda Hecî
 
HESEKÊ - Mamosteya beşa Dîrokê Gulîstan Xelef derbarê bombarankirina artêşa dewleta tirk ji peymangeha ziman a Serêkaniyê nêrîna xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk  îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike ji bo ku dîrok û nasnameya gelan tune bike."
 
Artêşa tirk li dijî gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de êrîş da destpêkirin. Di nava êrîşan de peymangehên zimanê kurdî Elî Şêx Dawûd li Serêkaniyê hat hedefgirtin û topebaran kirin. Têkildarî mijarê Mamosteya beşa Dîrokê Gulîstan Xelef got: "Dewleta tirk a dagirker nasnameya kurdayetiyê hedef digire." 
 
'Êrîşên dewleta tirk nirxên hemû gelan hedef digire'
 
Gulîstanê di destpêka axftina xwe de  wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pergala Netewa Demokratîk hilbijartin û di bin sîwana vê pergalê hêza xwe ya fikirî ava kirin. Li dijî vê sîstemê, dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê şand  herêmên Rojava ji bo ku vê pergalê tune bike. Hêza me xwedî li me derket û xaka me parast. Îro dewleta tirk  bi rengekî eşkere êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û peymangehên Kurdî topebaran dike ."
 
'Dewleta tirk xeteriyek li ser zanista Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'
 
Gulîstanê bal kişand ser armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û wiha axaftian xwe domand:  "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê jî peymangeh û cihên dîrokî hatin talankirin û bombebarkirin, îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike ji bo ku dîroka û nasnameya gelan tune bike."
 
'Hebûna me  li ser xaka me ye'
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwede ev tişt got: "Dîrok û zimanê netewekî ku bi hezarê salan hatiye afrandin nayê pişaftin. Em weke mamosteyê ziman li hember êrîşên dewleta tirk, li ber xwe bidin û şer dikin. Em ê hebûna xwe biparêzin ji bo ku em bikaribin nifşekî xwedî exlaq û polîtîk ava bikin ."