Jinên Efrînê: Li dijî êrîşan her tim berxwedan
- 09:05 12 Cotmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Êzidî yên ku li Efrînê koçber bûn û hatin li Kantona Şehbayê bi cih bûn, êrîşên arteşa tirk ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Dirûşmeya me her tim berxwedan e û em ê bi ser kevin."
Di 9’ê cotmehê 2019'an de artêşa tirk a êrîşî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Gelek cihên sivîl hatin bomberankirin, jin û zarok birîndar bûn. Her wiha nokteyên tenduristiyê jî hatin bombekirin. Ligel wê yekî şeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şev û roj li nobetê de ne. Derbarê êrîş û operasyonê de jinên Êzidî yên Efrînê yên ku li Kontona Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe parve kirin.
'Dirûşmeya li dijî dagirkeriyê her tim Berxwedan e'
Hevseroka Yekîtiya Êzidî ya Efrînê, Soud Hiso êrîşên arteşa tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Ev ne cara yekeme dewleta Tirk êrîşê dibe ser Gelê Kurd. Armanc dike ku DAIŞ’ê ku di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne rizgar bikin. Li Efrîn û Cizîrê dewleta Tirk di heman demê de êrîşên xwe dest pê kir. Lê em weke Kurd her tim dirûşmeya me wê berxwedan be. Em ê bi tevahî pêkhateyên xwe li dijî êrîşan bisekinin û berdekên xwe nîşan bidin."
'Armanca dikin Komploya Navnetewî berdevam bikin'
Endama Yekîtiya Êzidî ya Efrînê balkişand ser êrîşan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Rojhilata Firatê di roja Komploya Navnetewî de pêk anî. Çawa êrîşî Efrînê kir, êrîşî Serê Kaniyê û Qamişlo jî dike. Ev jî bi armanca berdewamiya Komploya Navnetewî ye. Em pey şopa pakrewanên ku bi xwîna xwe axa Kurdistanê avdane bimeşin. Gelê kurd hemû yek destin û li dijî dagirkeriyê berxwedaniya xwe didomînin û em dibêjin na ji dagirkeriyê re."
'Dagirkirina Efrînê li Serêkaniyê xwe dubare dike'
Koordînasiyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê Meryem Cindo, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka dagirkeriyê û wiha axivî: "Dagirkeriya Efrînê careke din xwe li Serêkaniyê dubare dike. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dîroka dagirkeriya Efrînê careke din li Serêkaniyê xwe dubare dike, li hember qirkirina Gelê Kurd em xeta berxwedaniyê û têkoşînê bilind dikin. Banga me ji şêniyên Rojhilata Firatê re heye ku tenê berxwedanî wê me bighije serkeftinê.”







