‘Divê ji vî şerî re bêjin na’
- 09:09 12 Cotmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz da zanîn ku AKP di krîzek siyasî de ye û her ku dawiya wan tê zêdetir xwe dispêrin şer û got: “Di vir de peywir dikeve ser milê hemû saziyan, feraset û navendên polîtîk. Divê hemû kes ji şer re bêjin na. Divê sazî demildest li dijî şer derkevin.”
Piştî ku DYA’yê leşkerên xwe ji Bakur û Rojhilatiê Sûriyeyê vekişand şûnde, Tirkiyeyê çarşema borî li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz, bang li hemû kesî kir ku divê li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin.
‘Şer her tim hilweşînê tîne’
Ayşeyê diyar kir ku xeyalên ku Tirkiye û hêzên emperyalîst li Sûriyeyê dikin, bi berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve naqokiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji 2011’an heta niha planên dagirkirinê dike. Tirkiyeya ku projeyên xwe yên avakirina herêma tampon a 30 kîlometre berfireh û 400 kîlometre dirêj dike, li Rojhilatê Firatê bi çeteyan re jî hewl dide qadê vebike. Li Tirkiyeyê krîza aborî, siyasî û civakî heye. Ji bo vê veşêre jî şer dide destpêkirin. Lê encamên şer çi dibin bila bibin ev hilweşînê tîne. Ev ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, Rojava, ji bo gelên Tirkiyeyê jî tê wateya hilweşînê.”
‘Di şer de betir zarok û jin bibandor dibin'
Ayşeyê daxuyakirin ku yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin û zarok in û wiha got: “Kurd, Tirk ferq nake. Wê dîsa zarokên me bimirin. Ji ber ku Rojava dibêje ez teslîm namim, ez ê statukoya xwe ava bikim. Wê planên dagirkirinê bandorek nebaş li Tirkiyeyê jî bike. Wê krîza aborî mezin bibe. Her tişt di destê kesekî de ye. Ev jiyana ku AKP û MHP’ê li gelan rewa dîtiye, nayê qebûlkirin. Divê em li dijî vê derkevin. Bi taybet jî jin divê li dijî vê serî netewînin.”
'Behra Egeyê bûye gora penaberan'
Ayşeyê destnîşan kir ku li qada ku plan dikin avahiyên TOKÎ çêbikin, wekê ku kes lê najî bi cih bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li ser 74 mîlyar dolarê ku me çalê betonê kiriye, hinek din zêde dikin û qadekê diafirînin û dibêjin wê 4 mîlyon Suriyeyî lê bicih bikin. Di bazarên ku bi salane bi emperyalîstan bi NY’ê re dikin canê wan didin holê. Dibê jin ‘tu çavkanî nedî ez deriyan vedikim’. Behra Egeyê bûye gora penaberan.”
‘Divê sazî li dijî şer derkevin’
Ayşeyê bi lêv kir ku divê hemû sazî demildest li dijî şer bisekinin û ji şer re bêjin ‘na’ û ev tişt bi lêv kir: “Tirkiye di krîza siyasî de ye. Li gorî encamên rast yên hilbijartinê, xuya ye ku dawiya AKP’ê nêz bûye. CHP îdia dike ku sosyal demokrate. Lê li aliyê din jî tezkereyê îmze dike. Ji bo kesên bi namusa xwe polîtîkayê dimeşîne ji parlamentoyê bê avêtin jî îmzeyê dide. Ji ber ku xwe xwediyê dewleta 90 salî dibîne û li gorî vê helwestê digire. CHP’ê li dijî hewldana darbeya 2015’an mutabakata Yenîkapi îmze kiriye û mîtîng jî kiriye.”







