Fatma Kurtulan: Dema mijar dibe Kurd, muxalefet û îktîdar dibin yek
- 09:11 12 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE- Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan operasyona leşkerî û helwesta muxalefetê nirxand û got: "Em dibêjin ger derdê we dayik bin, divê hûn ji şer re nebêjin erê. Çûyîna şer jî tê wateya hatina cenazeyan. Tuyê hem bêjî dayik hem jî ji şer re bêjî erê. Me carek din dît ku dema mijar dibe Kurd, muxalefet çawa dibe yek. Di encamê de hemû bi pey AKP’ê ketin.”
Der barê operasyona leşkerî ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiye bi mehan bû diaxivî di 9’ê cotmehê de tezkere pêşkêşî meclîsê hatibû kirin û bi dengên AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê hatibû qebûlkirin. Tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tezgereyê denga ‘na’ bikar anî. Piştî tezkere hat erêkirin şûnde operasyona hat destpêkirin ket roja 4’emîn. Ji gelên Tirkiyeyê û hemû cîhanê bertek nîşanê operasyonan tê dayî. Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, operasyon û helwesta muxalefetê nirxand.
‘Li Efrînê DAIŞ û OSO hat bicihkirin’
Fatmayê daxuyakirin ku operasyona li hember Efrînê jî dagikirin bû û wiha got: “Dema mirov li Efrînê dinêrin, em dibînin ku dixwazin li wir zanîngeha xwe ava bikin û qeymeqamên xwe tayîn bikin. Bi endamên OSO û alîgirên DAIŞ’ê yên li wir, pergala xwe dide rûniştin.”
‘Di tezkereyê de hemû partî anî gel xwe’
Fatmayê destnîşan kir ku Tirkiyeyê demek dirêj bû îdia dikir ku sînorên wan di xetereyê de ye û herêma biewle xwestiye û got: “Bi taybet piştî serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniya ku wê hêzên xwe ji wir bikşînin şûnde, bi Tirkiyeyê re lihev kir û gihiştin encamekê. Hikûmet niha bi şer hewl dide hinek din li ser piyan bimîne. Hikûmeteke ku dixwaze li hember Kurdan, li hember her kesî şerekî topyekun dimeşîne heye û bi vê dixwaze li ser piyan bisekine. Tişta ku niha dike, berê krîza ku li her qadê heye belav bike. Dema vê dike jî hemû hewl dide hemû kesî ligel xwe bihêle. Me di tezkereyê de jî dît ku hemû partî da gel xwe.”
‘Wekê biçin dawetê diçin şer’
Fatmayê her wiha destnîşan kir ku Tirkiye bi daxwazeke mezin wekî ku diçin dawetê diçin şer û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek serkeftineke mezin, li ser zarokên mirovên xizan, propagandayeke şerekî ku wê gelek xwîn biherike dikin. Di hewldana afirandina nêrîneke ku welat ji xetereyek mezin xilas dikin, de ne. Tirkiye armanc dike ku projeya Kemera Ereban ya ji Hafiz Esad maye bike jiyanê û avabûna demografîk bigunere. Ev şerê tê meşandin mudaxaleya li hember pergaleke yekîtiya gelan e. Em vê wek pêngaveke talankirinê, xurtkirina têkiliyên bi DAIŞ’ê re dibînin. Dibêje dema biçe wir wê 3 mîlyon penaberên Sûriyeyê jî bibe. Dibêje wê mutahîtên xwe bibin. Di vir de dîsa hesabê rantê heye. Gelek tiştî ligel hev hesab dike.”
‘Pergala jiyana hevpar hedef tê girtin'
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv ku heta niha yek kevirek jî ji sînor neketiye Tirkiyeyê û tevî vê Tirkiye ewlehiya sînor dike hincet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê operasyonê destkeftiyên Kurd û pergala jiyana hevpar hedef tê girtin. Di şûndexistina DAIŞ’ê de piştgiriyek girîng ya Kurdan heye. Gelê Kurd bi bedelên mezin mafên xwe parastin. Di enamê de DAIŞ qesl bû, lê neqediya. Xetere hîna li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê didome. Behsa 9 hezar çeteyên DAIŞ’ê tê kirin. Daxwaza gelek DAIŞ’iyên ku ji aliyê YPG’ê ve dîl hatibûn girtin ev bû ku li Tirkiyeyê bên darizandin. DAIŞ wê ji vir şûnde zêdetir bi Tirkiyeyê re di têkiliyê de be. Ev rewş jî Ewropayê ji nêz ve tehdîd dike. Ji xwe Tirkiyeyê dem bi dem ev got. Got ‘dikare li van navendan komkujî pêk bê’. Di encamê de jî bû. Di vî şerî de jî wê teqez Tirkiye bi ser nekeve.”
'Partiyên din li pêy AKP'ê ketin'
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev operasyon yekîtiya axa Sûriyeyê bin pê dike û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Tirkiye sûcê şer dike. Wê biçe xesp bike, asîmîle bike. Wê wan mirovan ji warê wan bike. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em yekîtiya xwe bilind bikin. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ji bo tezkereya şer got ‘Em ji bo xatirê dayikên ku zarokên wan li wir şer dikin dibêjin erê’. Lê em dibêjin ger derdê we dayik bin, divê hûn nebêjin erê, ji şer re destê xwe ranekin. Çûyîna şer jî tê wateya hatina cenazeyan. Tuyê hem bêjî dayik hem jî ji şer re bêjî erê. Me carek din dît ku dema mijar dibe Kurd, muxalefet çawa dibe yek. Di encamê de hemû li pêy AKP’ê ketin.”







