Hevşaredara Bazidê: Em daxwazên gel esas digirin
- 09:13 12 Cotmeh 2019
- Rojane
AGIRÎ - Hevşaredara Bazidê ya Agiriyê Yildiz Acar projeyên der barê jinan de xist jiyanê û der barê vê de xebatên dimeşînin vegot. Yildizê bi lêv kir ku ew daxwazên gel esas digirin û bi gel re xebatan dimeşînin.
Ji bo şaredariya Bazidê ya Agiriyê di 2016’an de qeyûm hatibû tayînkirin û di 31’ê Adarê de HDP’ê şaredarî ji qeyûman girtibû. Di ser hilbijartinê re 9 meh derbas bû û hevşaredar projeyên xwe yên ji bo gel amade kiribûn xistin jiyanê. Şaredarî ji bo bazara keda jinan, kreşên zarokan çûn îhaleyê û niha xwe amade dikin ku midûriyeta jinan, projeya enerjiya rojê, navenda çandê û qadên civakî yên di dema qeyûman de hatibûn rakirin ji nû ve têxe jiyanê. Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar der barê projeyan de axivî.
‘Gel HDP'ê nas dike’
Yildizê bi lêv kir ku dema qeyûman de şaredarî ji gel re hatibûn girtin û şaredarî anîbûn rewşa ‘navenda ewlehiyê’ û got: “Dema qeyûman de tu pisgirêkên navçeyê nehatin çareserkirin. Lê di hilbijartinên herêmî de gel dîsa xwedî li îradeya xwe derket. Gel dizanîbû ku HDP partiya gel e û ji bo gel xizmetê dike. Dizanibûn ku partiyek jinan e û ji ber vê xwedî li HDP’ê derketin.”
‘Em xebatên xwe bi awayekî zelal dimeşînin’
Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di çarçoveya derfetên şaredariyê de projeyên ku soza wan dane ji sedî 40 xistine jiyanê û got hemû xebat bi gel re û bi erêkirina gel kirine û got: “Navê kolenê jî bê guherin, kîjan nav bê xwestin, em li gorî wê xebatê dimeşînin.Em xebatên xwe bi zelal û demokratîk dimeşînin.”
‘Gel piştgiriyê dide pergala hevserokatiyê’
Yildizê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredara yekem a jin a Bazidê di 1990’an de hat hilbijartin û piştî vê jî her tim ji aliyê jinan ve hat rêvebirin. Bazid êdî hatiye rewşa navenda jinan. Gel piştgiriyê dide pergala hevserokatiyê. Gel êdî dîtiye ku divê jin di qada cemawerî de cih bigire, tevlî siyasetê bibe. Em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr wê jinan her tim tevlî xebatan bidin. Her wiha qeyûm jî êrîşek li dijî keda jinê ye. Em ê midûriyetên jinan ji nûve ava bikin.”
Ji bo zarokên jinên li bazara kedê dixebitin kreş
Yildizê der barê bazara kedê ya ji bo jinan vekirine jî axivî û ev tişt bi lêv kir: “Li bazarê 25 dukan hene. Jin wê li wir berhemên keda destê xwe bifroşin. Em ji bo zarokên jinên li bazara kedê dixebitin jî kreşê vedikin.”
Yildizê balkişand ser projeya enerjiya rojê û wiha pê de çû: “Em malbatên rewşa wan ya aborî, welatiyên kal û pîr, yên ku hewcedariya wan heye, tespît dikin û ji bo wan pergala enerjiya rojê ava dikin. Hedefa me ev e. Me ev jî pêk anî. Malbatê hewcedar niha tên tespîtkirin û ji bo wan ev pergala rojê tê avakirin.”
Projeyên parqan
Yildizê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ya Bazidê kêmasiya parqan e û got bi taybet qadên ku jin lê rehet bikin tune. Yidizê wiha berdewam kir: “Yek ji hedefên me zêdekirina parqan e. Ji bo çand û dîroka kurd ji aliyê ciwanan ve neyê jibîrkirin em ê Navenda Çanda Ehmedê Xanî vebikin. Her wiha em ê li ber girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê jî qadeke payînê çêbikin.”







