Ji bo Grup Yorum wê li Enqereyê ‘Meşa Edaletê’ pêk bê
- 09:15 12 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL- Endamên Grup Yorum bi daxwazên cur bi cur dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribûn. Hunermendên hevalên wan û malbatên wan dê ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di 13’ê cotmehê de ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve ‘Meşa Edeletê’ pêk bînin.
Endamê Grup Yorum ku li girtîgehên Sîlîvrî, Gebze û Baliksîrê di girtîgehan de ne, di dîrokên cuda de bi daxwazên wek ‘Bila bi ser Navenda Çanda Îdîl de neyê girtin, bila qedexeyên konseran bên rakirin, biryarên lêgerînê yên der barê endaman de bên rakirin, endamên GrupYorum yên girtî bên tahliyekirin û dozên der barê me de bên xistin’ ketibûn grevên birçîbûnê û çalakiya wan didome. Ji Endamên komê Îbrahîm Gokçek 115, Helîn Bolek 113, Bahar Kurt 122, Alî Arici 46, Bariş Yuksel 115 roj in di grevê de ne. Endama Grup Yorum Seher Adiguzel da zanîn ku heta daxwaz neyên cih hevalên wan greva xwe didomînin.
‘Hîna 6 endamên me girtî ne’
Semrayê bi lêv kir ku Navenda Çanda Îdîl di 2 salan de bi giştî 9 caran bi ser de hatiye girtin û wiha got: “Esntrumanên me parçe kirin. Îşkence li me kirin. Xwsestin em bibin hevkarên wan. Xwestin em lîsteya nav ya li ber wan îmze bikin. Me ev îmze nekir û girtin pêk hatin. Niha hîna 6 endamên me girtî ne. Endama me Bahar Kurt li girtîgeha Tîpa ya Burhaniye, Îbrahîm Gokçek, Bariş Yuksel, Alî Araci li girtîgeha hejmar 9 a Sîlîvriyê, Helîn Bolek jî li girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiye. Hevalên me bi îdiayên vala girtîne û der barê wan de doz hene.”
‘Li ser me komplo hene’
Semrayê her wiha destnîşan kir ku kompolyê li ser endamên wan tên lîstin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Karên Hundir ji bo girtina endamên komê Alî Araci, Selma Altin, Înan Altin, Îbrahîm Gokçek 300 hezar lîra xelat pêşniyar kir. Ji 2015’an de ye me konser nekirine. Hatin qedexekirin û serdegirtin. Bi ser navenda me de girtin. Salon hatin qedexekirin. Çend roj berê bi Ferhan Şensoy re wê konsera me hebûna. Lê Qeymeqamtiyê ew jî qedexe kir. Endamên me jî ji ber van pêkanînan ketine grevê.”
‘Ji ber em rastiyan vedibêjin berê xwe didin me’
Semrayê ev tişt bi lêv kir: “Zextên li ser me roj bi roj zêde dibin. Hikûmet dixwaze hemû muxalîfan bêden bike. Ev 34 sale em wek komek hunerê hene. Em bi hunera xwe hewl didin rastiyan nîşan bidin. Ji ber vê jî êrîşê me dikin.”
Di 13’ê cotmehê de wê bimeşin Enqereyê
Semrayê di berdewamiya axaftina xwe de got bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TAYAD) wê di 13’ê cotmehê roja yekşemê de ji Qada Kartal a Stenblê ber bi Enqereyê ve bimeşin û wiha dawî lê anî: “Bi daxwaza qebûlkirina daxwazên me û azadiyê em ê biçin Wezareta Dadê.Em ê daxwazên xwe li wir bînin ziman. Em ê daxuyaniya çapeeniyê bidin. Em hemû dostên xwe vexwendiyê meşê dikin. Em natirsin û hêza gel li pişt me ye.”
Banga hestiyariyê kir
Bavê endamê komê Îbrahîm Gokçek, Ahmet Gokçek jî ji bo kurê xwe û hevalên wî yên di grevê de banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha pê de çû: “Zarokên me 4 salin di bin zextan de ji bo hunera xwe têdikoşin. Hemû daxwazên wan tên redkirin. 4 sale nikarin konseran bidin. Em di pêvajoyek krîtîk de ne. Ez banga hestiyariyê li hemû kesî dikim. Li hember hunermend, siyasetmedar û rojnamegeran otosansurek pêk tê. Em nikarin dengê xwe bidin bihistin.”







