Li Wanê li dijî êrîşên dewleta tirk meş hat lidarxistin

  • 09:22 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Welatiyên li Wanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava meş li darxistin û nerazîbûna xwe anîn ziman. 
 
Operasyona dewleta tirk a li dijî Rojava didome. Li Kuçeya Şerefiye ya Îpekyolu ya Wanê welatiyan li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava meş li dar xistin. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin.