Li London, Goteborg, Gavle û Viyanayê operasyon hat şermezarkirin

  • 10:06 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li London, Goteborg, Gavle û Viyanayê di çalakiyan de operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin hat şermezarkirin.
 
Li gelek deveran çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Li Londana paytexta Îngilistanê, li bajarên Goteborg û Gavle yê Swêdê û li Viyanaya paytexta Awûstûryayê kurd daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. 
 
Li Londonê çalakî hat lidarxistin
 
Li paytexta Îngilistan Londonê Kurd, sosyalîst, enternasyonalîst li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her li qadane. Bi heman armancê doh bi şev jî bi sedan kes li hev kom bûn û operasyon şermezar kirin. Di dema kombûnê de qisekeran der barê operasyonê de nêrînên xwe anî ziman û êrîş şermezar kirin. Çalakger piştre ber bi avahiya BBC ve meşiyan. Di dema meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî dagirkeriya Tirk tu jî rabe ser piyan" hate hildan. Li Londonê çalakî her roj tên kirin û Komîteya Çalakiyan ji bo çalakiya mezin a Yekşemê ya li ber avahiya BBC banga tevlîbûnê kir.
 
Operasyona leşkerî li bajarên Swêdê jî hat şermezarkirin
 
Li bajarê Goteborg ê Swêdê Kurdistanî tevî dostên xwe cara sêyemîn daketin qadan û operasyona leşkerî şermezar kirin. Nûnerê Komîteya Rojava li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze sîstema demokratîk a li Rojava ji holê rake, lewma dest bi şer kiriye. Nûner her wiha bang li alîgirên mafên mirovan kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê.
 
Li bajarê Gavle yê Swêdê li meydana Sodermalmê xwepêşandanek hate kirin. Li qada çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ'ê hatin hildan û ji bo şoreşa Rojava dirûşm hatin qêrîn.
 
Dostên kurdan li Viyanayê daketin qadan 
 
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan. Girseya gel a ku li Karlsplatz Opera li hev kom bû beriya bimeşe mîtîngek pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Awûstûryayê li qada mîtîngê axivîn. Piştre bi alên YPG, YPJ û PYD'ê her wiha bi dirûşmên ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin dest bi meşê kirin.