Li dijî operasyonê li bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin

  • 10:32 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî operasyona leşkerî a Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes li Elmanyayê daketin qadan û êrîş protestokirin.
 
Kurdistanî û dostên wan li bjarên Hambûrg, Aûgsbûrg, Gîessen, Nurnberg, Dortmûnd, Kassel, Saarbruken, Bonn, Pforzheîm û Bernê yên Elmanyayê daketin qadan. û operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin. 
 
Li Hambûrg, Augsbûrg û Gîessenê çalakî 
 
Bi tevlîbûna hezaran Kurdistanî û kesên antî-faşîst li bajarê Hambûrg li St. Paûlîyê meşiyan. Her wiha Kurdistaniyên ku bi enternasyonalîstan re tevlî çalakiyê bûn û li pêşiya stasyona St. Paûlî mîtîngek lidar xistin. Li Konîgplatez a bajarê Aûgsbûrgê jî Kurdistaniyan operasyon protesto kirin. Bi pêşengtiya NCKD li Kîrchenplatz a Gîessenê mîtîngek hat lidarxistin û piştî mîtîngê jî meşek hate lidarxistin. Yekîtiya Suryanên Ewropa (ESÛ) Dîe Lînke, Federasyona Gîessen û rêxistina ciwanan (SDS) û Internationalistiche Bundnis (REBELL) tevlî çalakiyê bûn.
 
Kurd li Nurnberg, Dordmûnd û Kasselê daketin qadan 
 
Li pêşiya Lorenzkîrche a Nunbergê jî bi tevlîbûna gelek kesî mîtîgek hat lidarxistin. Piştî mîtîngê jî meşek hat lidarxistin û operasyon hat şermezarkirin. Li Dortmûndê jî li pêşiya HBF Dortmûndê bi hezaran kes bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî qetlîamê protesto kirin. Çalakiya li vir bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûnd û Meclîsa Jinan a Rozerîn ve hate organîzekirin. Rêxistinên Ciwanên Elman, MLKP, ADHK û komên çepgir piştgirî dan çalakiyê. 
Kurdistaniyên li Halîplatz a Kasselê hatin ba hev ber bi kargeha panzerê ve ketin meşê. Girse li pêşiya kargehê rawestiyan û di axaftinên li vir hate kirin daxwaz hatekirin ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.
 
Kurd li Saarbrûckên, Bonn, Pforzheîm û Bremenê daketin qadan 
 
Bi mîtîngekê Kurdistanî û dostên wan li Sarbruckenê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di mîtîngê de bêdengiya li dijî êrîşê jî hat protestokirin. Kurdistaniyan li Munsterplatz a Bonê jî bi heman armancê bi çalakiyekê protestokirin. Enternasyonalîstan jî piştgirî dan çalakiyê. Li Pforzheîmê jî Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Waîsenhaûzenplatsê hatin ba hev û meşek lidar xistin. Di meşê de Dîe Lînke jî cih girt. Çalakî li Bahnofstrse bi dawî bû. Bi heman armancê ciwanan ji bajarokê Groepelîngen heta Parlementoya Eyaletê meşiyan û operasyon protesto kirin.