Li Nisêbînê cenazeyên 9 welatiyan hat definkirin

  • 11:22 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di teqîna li Nisêbînê de 9 welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn îro serê sibêhê hatin veşartin. Jina ku di encama teqînê de bavê xwe winda kir bertek nîşan da û got: " “Erdogan me qesra te şewitand me çikir ji te? Bila qesra te hilweşe.” 
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê duh topek hewanê li taxa Yenîtûranê ketibû. Di teqînê de ewil 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 9’an. Cenazeyên Hasan Muhammed, Orhan Dogan, Adnan Dogan, Huseyin Çakir, Mehmet Şîrîn Demîr û Ahmet Delen li Goristana Hecaca ya li taxa Qijlê hatin veşartin. Cenazeyên Naîf Sîncar, Dara Alî û Aytekîn Eroglu jî li Goristana Morris a li taxa Yenîşehîrê hatin veşartin. 
 
Bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn. Piştî duayên hatin xwendin cenaze li kêleka hev hatin definkirin. Kêliyek jî zêmarên dayikan nesekinîn. Jinek ku bavê wê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşan da û got: “Erdogan me qesra te şewitand me çikir ji te? Bila qesra te hilweşe.”
 
Wê şîna welatiyan li mala şînê ya şaredariyê were qebûlkirin.