Parlamenterên Iraqê banga rawestandina êrîşan kirin
- 11:29 12 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek parlamenterên Iraqê yên ji hemû pêkhateyan pêktê derbarê operasyona leşkerî a tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek dan. Êrîş şermezar kirin û bang li qada navnetewî kirin ku êrîşan bidin rawestandin.
Duh bi şev komek parlamenterên Iraqê yên girêdayî hemû lîste û pêkhateyên Iraqê, di derbarê operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Em weke komek parlamenterên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên Iraqê, bi tundî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê mehkum dikin. Em bang li civaka navetnewî dikin, ji bo rawestandina êrîşên ser gelê Kurd û Ereb yên li Rojavayê Kurdistanê bi erkê xwe rabin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê gelê herêmê hemû dijî êrîşan rabin ser piyan û gotin: "Ev êrîş dewleta Tirk dibin sedemê karesateke mirovî, penaberbûna xelkek zêde, mirina xelkê sivîl. Em banga rawestandina êrîşan dikin. Her wiha em banga rawestandina liv û tevgera tirk a li Iraqê jî dikin."







