Ciwanên Efrînê: Em ê xwedî li gel û civaka xwe derkevin
- 12:22 12 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Jinên ciwan ên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk bûn, bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Berxwedan, hêz û têkoşîna me nîşana serkeftina me ye."
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojhilata Firatê, Yekîtiya Ciwanên Efrînê û Şehbayê daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Di nava meşê de jinên ciwan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û bertekên xwe nîşan dan.
'Em xwedî li civaka xwe derkevin'
Newroz Omer di derbara êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: "Em weke ciwanên Efrînê her tim di na va çalakiyan de ne. Heta dilopek xwîn di canê me de heye em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji ber ku bi berxwedanê em ê bigihêjin serkeftina xwe. Em ê xwedî li civaka xwe derkevin."
'Em tekoşîna xwe li hember dagirkeriyê mezin dikin'
Her wiha Hêva Heşêm hestên xwe li hember êrîşan anî ziman û got: "Em ciwan herikîne qadan û helwestên xwe li hember dagirkeriyê didin nîşan. Em êrîşên li ser Rojhilata Firatê û bêdengiya dewletan şermezar dikin. Em ê ciwan bibin bersiv li hember dagirkeriyê û êrîşan."
'Em ê xeta berxwedanê bidomînin'
Ciwana bi navê Stêrvan Miho bal kişand ser fikirê netewa demokratîk û wekheviya gelan û wiha got: "Îro li rojava wekheviya gelan heye. Her kes di nava hezkirinê de ye. Dewleta tirk îro dixwaze vê nexşeyê têk bibe û çeteyên xwe derbasî herêmê bike, em ê xeta berxwedana xwe bidomînin."
'Berxwedan jiyan e'
Raniye El-Wês yek ji ciwanên ku tevlî meşê bûne wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Em ciwanên şoreşger tim biherikin qadan. Em teslîmî dewleta tirk nabin. Gelê Kurd ji teslîmiyetê mezintirin. Berxwedan jiyan e."







