Li Amedê Nobeta Demokrasiyê li gel astengiyan pêk hat
- 12:37 12 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Di 54'emîn Nobeta Demokrasiyê ya Amedê de girse û rojnameger ji qada nobetê hatin dûrxistin û tenê parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz, Feleknas Uca û Mûsa Farîsogullari di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di 19'ê tebaxê de bi biryara Wezareta Karê Hindurin li hemberî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayinkirina qeyûman bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wan, Amed û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê hat destpêkirin. 54 roj in li gel astengî û mudaxaleya polîsan nobet tê li darxistin.
Li Amedê bi heman armancê Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogullari, hevşaredar, rêveber û endamên partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî xwestin li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bibin û çalakiya xwe li dar bixin. Lê piştî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Walîtiya Amedê biryara qedexekirina nobetê da.
Ligel biryarê girse xwest çalakiya xwe pêk bîne, lê polîsan nehişt çalakî bê lidarxistin û girse li qadê hat dûrxistin. Tenê parlamenterên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê derbasî Cadeya Lîseyê bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dora parlamenter û aktîvistan jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Her wiha rojnameger jî hatin astengkirin û nehiştin bikevin qada çalakiyê.
Parlamenter Salîha Aydenîz, di çalakiyê de bertek nîşanî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Di operasyonê de zorak tên qetilkirin. Divê operasyon bê bidawîkirin.







