Li Hesekê ambulans hat topebarankirin
- 13:03 12 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk û komên girêdayî wê erebeyên amabulansê yên ku berê xwe didan Serêkaniyê da ku sivîlên birîndar rakin hedef girtin.
Artêşa tirk û komên girêdayî wê erebeyên amabulansê yên ku berê xwe didan Serêkaniyê da ku sivîlên birîndar rakin nexweşxaneyan hedef girtin. Di heman demê de Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê topbaran kirin.
Endama Heyva Sor a Kurdî Maya Silman diyar kir ku artêşa tirk û komên girêdayî wê sivîlan hedef digirin û wiha got:"Em wekî Heyva Sor a Kurdî berê xwe didin Serêkaniyê bi armanca ku em sivîlan rakin nexweşxaneyan, em ber çavan dibînin ku artêşa tirk a dagirker çawa sivîlan hedef digirin û îro jî ambûlansê hedef hat girtin da ku em nikaribin birîndaran rakin."
‘Hedefgirtina amabulansan dûrî exlaqê mirovahiyê ye '
Mayayê di dewama axaftina xwe de got: "Hedefgirtina erebeyên ambulansan dûrî exlaqê mirovahiyê ye. Em ê heta dawî hewl bidin ku em xwe bighînin birîndaran û rakin nexweşxaneyan .Ez bang li saziyên mafê mirovan dikim ku bi erkê xwe yê exlaqî ,wicdanî û mirovî rabin û rê nedin dewleta tirk a sivîlan hedef digire."







