Li Şirnex, Amed û Edeneyê operasyona binçavkirinê

  • 13:18 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX / EDENE / AMED - Li Amed, Şirnex û Edeneyê 34 kes hatin binçavkirin. 
 
Di encama serdegirtina malan û mudaxaleya nobeta demokrasiyê de li Amed, Şirnex û Edeneyê bi tevahî 34 kes hatin binçavkirin. 26 kesên di encama mudaxaleya Nobeta Demokrasiyê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Li Şirnexê 5 kes hatin binçavkirin
 
Li Şirnexê, di serdegirtina malan a serê sibê de 5 kesên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku her 5 kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hatin binçavkirin. 
 
Li aliyê din, îfade dayîna 30 kesên di nav de endamên meclîsa HDP’ê jî hene, yên çend roj berê li Mêrdîn û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, dest pê kiriye.
 
Li Ceyhanê hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
 
Hevserokên HDP'ê yên Ceyhanê Delal Mamuk û Seyfettin Aydemir û reveberê HDP'ê hatin binçavkirin. 
 
Li Navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di encama serdegirtina malan de Hevserokên HDP'ê yên Ceyhanê Delal Mamuk û Seyfettin Aydemir û reveberê HDP'ê Tahir Ozdemir hatin binçavkirin. 
 
Derbarê sedema binçavkirina siyasetmedaran nehat hînbûn û polîsan her sê siyasetmedar birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Ceyhanê.
 
Li Amedê 26 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûmna di roja xwe ya 53'emîn de hatibû qedexekirin. Piştî qedexeyê girse hat ber avahiya HDP'ê ya bajêr. Di encama êrîşa polîsan de 26 kes hatin binçavkirin. 
 
Tevî endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê Sevim Akdag, Buşra Kuyun, Hamza Agirman û  Özgür Bulut 26 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
Kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin navên wan wiha ne: Hevseroka Şaredariya Licê Ruken Yılmaz, Hevserokê Şaredariya Karazê Kasım Pervane, Hevserokê HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan, Hevseroka HDP'ê ya Rezan Fatma Kavmaz, Hevserokê HDP'ê yê Erxenîyê Zulkuf  Birgul, Sait Demir, Ceylan Aslan, Halef Caruş, Şahin Tanrıkulu, Nevriye Cur, Şehriban Zugurli, Tahsin Donat, Bahri Bavlay, Emine Kaya, Zeki Kanay, MAhmut Azarak, Yunus Ozdemir, Muhammet Elkis, Huseyin Aytekin, Yusuf Andan,  Yusuf  Ziya Yavuz, Arzu Kızılkaya´, Şirin Aslan, Îbrahim Kaya , Ebrun Yalçın u Haluk Şerif Oplu.