Endamên Meclîsa Zagonsaz a Navçeya Til Temirê serdana sivîlên birîndar kirin

  • 13:59 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Endamên Meclîsa Zagonsaz a Navçeya Til Temirê serdana birîndarên sivîl ên  ku  bûn armanca êrîşa dewleta tirk, kirin. 
 
Ji 9'ê Cotmehê de heta vê kêliyê bombebarana li ser sivîlên herêmên Bakurê Sûriyeyê, dewam dike. Di encamê de gelek kes di nav de jin û zarok birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Endamên Meclîsa Zagonsaz a Navçeya Til Temirê serdana sivîlên ji ber topbaran û bombebarana dewleta tirk a li Serêkaniyê, birîndar bûn û niha li Nexweşxaneya Til Temir tên dermankirin, kirin.
 
'Dewleta Tirk netewa demokratîk û wekheviya gelan hedef digire'
 
Endama Meclîsa Zagonsaz  a navçeya  Til Temirê Hayistan Xelef  wiha got:"Em wekî Meclîsa Zagonsaz êrîşên li ser herêmê Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, şermezar dikin. Erdogan projeya Netewa Demokratîk, aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wekheviya gelan hedef digire û dixwaze Efrîneke din dubare bike û dest bi guhertina demugrafiya herêmê bike."
 
'Erdogan eşkere sivîlan hedef digire û tu kes dengê xwe nake' 
 
Hayistanê diyar kir ku di vî şerî de hemî netew hedef tên girtin û wiha pêl da axaftina xwe:"Gelê me bi hezarê salan li ser xaka Mezopotamyayê bi hev re dijî. Armanca Erdogan qirkirina gelan e. Operesyona dest pê kiriye, kaniya xwînê ye ne ya aştiyê ye. Ev kîjan aşîtiye ku zarok û jinan qetil dike. Eger aştî ji bo kurdan nebe, ji b tu kesî wê tune be. Erdogan eşkere sivîlan hedef digire. "
 
'Pêwîst e ev şer raweste' 
 
Hayistanê di dawiyê de bang li hemû  cîhanê kir ku hember Tirkiyeyê helwestên xwe nîşan bidin û wiha gotina xwe  bi dawî kir: "Em ê li hember hemû rengên êrîşan bisekinin û eger were xwestin jî, em ê jî çeka xwe hilgrin û li hember dagirkeriyê şer bikin û mafê xwe yê rewa bi kar bînin. Pêwîst e hemû cîhan li hember dagirkeriyê helwestên xwe nîşan bidin û bikaribin vî şerê ku neteweyê Bakurê Sûriyeyê qir dike, rawestîne da ku rê li ber êrîşên  mezin bigirin."