Nisêbînî bawer nakin ku topa hewanê ji aliyê QSD'ê ve hatiye avêtin
- 14:08 12 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Nîqaşa hatina topên hewanê yên bû sedem 12 kes jiyana xwe ji dest bidin ka ji ku hatine, didome. Welatiyên ku di merasîma cenaze de bertek nîşanî AKP û nûnerên dewletê dan, anîn ziman ku êrîş ji aliyê tirkiyeyê ve hatiye kirin.
Nîqaşa hatina topên hewanê yên bû sedem 12 kes jiyana xwe ji dest bidin ka ji ku hatine, didome. Welatiyên ku di merasîma cenaze de bertek nîşanî AKP û nûnerên dewletê dan, anîn ziman ku êrîş ji aliyê tirkiyeyê ve hatiye kirin.
Berdevkê QSD'ê diyar kir ku wan tiştek neavêtine
Berdevkê QSD'ê, Kino Gabriel anî ziman ku eleqeya wan bi top û roketên ku li Nisêbîne ketine tune ye.
Nisêbînî dewletê berpirs dibînin
Nîsêbîniyên ku di bin bandora ne baş a şer de dimînin diyar kirin ku ew ji top û roketên hatine avêtin dewletê berpirs dibînin û di dema serdana nexweşxaneyê ya Serokê AKP'ê yê Navçeya Nisêbînê, dirûşmên "Qatil" berz kirin.







