Dê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê çalakî bên lidarxistin
- 14:18 12 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê îro çalakiyên şermezarkirinê ya li dijî êrîşên arteşa tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin. Her wiha de li Tahranê jî dijî êrîşan dê li ber avahiya konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek were lidarxistin.
Nerazîbûnên hemberî êrîşa arteşat tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibe. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê, bi rojane li ser piyan ne. Îro tê payîn ku di saet 17:00’an û pêve li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, û Îlam dijî êrîşên arteşa tirk xwepêşandan werin lidarxistin.
Herwiha wê welatî li ber derê konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Tahranê jî kom bibin û êrîşan şermezar bikin.
Cihên ku di saet 17:00’an de xwepêşandan dijî êrîşên Tirkiyeyê werin kirin ev derin: " Şino, Pîranşar, Abdanan, Dêgulan, Bêcar, Rewanser, Qurwe, Pawe, Geylan, Xerb, Dîwandere, Bokan, Bane, Seqiz, Sehne, Serpêl Zehaw, Ciwanro, Kamyaran, Merîwan, Şabad, Mahabad, Îlam, Sine, Tahran, Kirmaşan û Urmiyêyê cihên hatî diyarkirin dê çalakî bên lidarxistin.
Herwiha di li gorî agahiyan dê li parêzgehên Loristan, Çiwarmehal û Bextiyarî, Xorasana Bakur, Elburz, Geylan û Mazenderan bi pêşengiya çalakvanan cihek bê diyarkirin û çalakî lê were kirin.







