Jinên Şengalê: Em êrîş û zilma li ser gelê Rojava qebûl nakin
- 14:58 12 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Nerazîbunên li dijî êrîşên li ser Rojava her ku diçe zêdetir dibe. Jinên Kurd ên Ezidî bi tundî êrîşên dewlata tirk şermezar kirin û banga berxwedan û xwedîderketinê li hemû mirovatiyê kirin. Jinên Şengalê diyar kirin ku şer sûcê mirovatiyê ye û wiha gotin:"Em tu carî êrîş û zilma li ser gelê Rojava qebûl nakin."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin. Jinên Kurd ên Êzidî li dijî êrîşan bertek nîşan dan û gotin:"Dê dewleta tirk nikaribe îradeya gelê kurd biçewisîne."
'Îro li Rojavayê Kurdistanê mirovatî tê binpêkirin'
Endame Meclîsa TAJÊ Berfê Eliyas wiha got: "Di serî de ez berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê slav dikim. Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî van êrîşên hovana bi tundî şermezar dikim. Dewlata tirk a dagirker pilanên xwe yên qirêj li ser gelê Kuridstanê didin meşandin. Yek ji van pilana jî ev êrîşên li ser Rojava ne. Dewleta Tirk dixwaze ku gelên azadîxwaz tuna bike. Bi hemû hovîtiya xwe êrîşî zarok, jin, kal û pîran dike. Îro li Rojavayê Kurdistanê mirovatî tê binpêkirin. Bila gelê me nebêjê Rojava tenê ye. Heta dawiyê em piştgiriyê didin berxwedana Rojava. Ev roj a namûsê ye. Em hêvî dikin ku hemû kes rabin ser piyan. "
'Bila tu kes li dijî êrîşan bêdeng nemînin û rabin ser piyan'
Endama Meclîsa TAJÊ Adule Şemo wiha got: “Ez serkeftinê ji Gelê Rojava re dixwazim û ez vê berxwdenê pîroz dikim. Heta roja îro em serî ji dijmin re danayînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişta gelê kurd ê Rojava bin. Em wek Şengal dibînin û em ê pêy doza wan bin. Çi ji destê me bê em ê ji gelê xwe re bikin û kêm e em çi ji gelê xwe Rojava re bikin. Di dema fermana 2014'an de gelê Rojava alîkariya me kiribûn. Em vê ji bîr nakin. Bila tu kes li dijî êrîşan bêdeng nemînin û rabin ser piyan.
'Dê ne zordestî dê aştî û azadî bi ser bikeve'
Leyîlê Alî jî wiha got:"Em van êrîşan şermezar dikin. Em ê nehêlin dewleta tirk bi ser bikeve. Bi hemû hovîtiya xwe êrîş dike. Lê ew ê bi ser nekeve. Dê ne zordestî dê aştî û azadî bi ser bikeve."







