Li Silopiyayê li dijî şer daxuyanî hat dayin

  • 14:59 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopî, di daxuyaniya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hat diyar kirin ku êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd e û banga “Ji bo Rojava dengê xwe bilind bikin” hat kirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên 4 rojin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin de, daxuyanî da çapemeniyê. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta “Ji şer re na, aniha aştî” hat vekirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz, daxuyanî da û diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê hevpeymana navneteweyî bin pê kiriye. Gunduz, da zanîn ku ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurde û wiha axivî: “Ev şer ne şerê gelên li Tirkiyeyê dijîne. Weke ku desthilatdariyê jî gotî ev şer ne şerê li dijî partiyekê yan jî pekhatiyek siyasiye, ev şer li dijî gelên herêmê û destkeftiyên gelê Kurde. Bi van êrîşan dixwazin pêşiya DAIŞ’ê vekin û hebûna wê ji nû de ava bikin. Ji bo vê em bang li her kesê dikin ku ji bo Rojava dengê xwe bilind bikin.”