Şandeya Jinan a Başûr çûn serdana Mexmûrê
- 15:11 12 Cotmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Şandeya Jinan a Başûr, Wargeha Mexmûrê ziyaret kir û banga yekîtiyê kirin.
Şandeya Jinan a ji Endamên KNK, endamên Nûnertiya Torî Hevbeşa Rêxîrawaka û Endamên Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) pêk dihat Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) ziyaret kirin. Şandeya ku ji 9 jinan pêk tê ji aliyê endamên Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel ve li Saziya Malbatên Şehidan hatin pêşwazîkirin û di serdanê de li ser amborgo û dorpêça li hemberî Mexmûrê ya ku di 17'ê Tîrmehê de destpêkirin nirxandin hatin kirin.
'Em li ser axa xwe koçber in'
Endama Kordînasyona Meclîsa Îstar Fadîlê Tok di serdanê de axivî û diyar kir ku 3 meh in li hemberî wargehê amborgo heye û wiha got: "Em li Kurdistanê ne, lê em ne azad in. Tevahî bajarên Kurdistanê tên bombekirin û tên dorpêçkirin. Ev tişt şermekî mirovahiye yê. Gelê Kurd û Kurdistanî ew bi salanê li ser axa xwe koçber in. Em wekî li ser kok û xwazeya xwe em ê heya dawî ye bi rûmet bijîn."
'Her tim li ber xwe dan'
Endama RJAK'ê Wijdan Nureddîn nerînê xwe anî ziman û wiha got: "Em wekê rengê jinê hatin serdana we. Tê zanîn ku li 4 parçeyên Kurdistanê ji aliyê faşîştan ve hatiye dagirkirin. Wek tê zanîn ku jinên wargehê her dem di nav xebatê de ne û li ber xwe didin."
'Kurd divê bibin yek'
Endama Nûnertiya Torî Hevbeşa Rêxîrawaka Şehla Enwer, qala serdana xwe kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di nav hemû zilm û zordariye de hûn li vîr dijîn. Wê warêk ji xwe re avakiriyê. Divê Kurdên her 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek."







