Li Amedê aqûbeta windayan hat pirsin

  • 15:36 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 557'an li ber avahiya ÎHD''ê ya Amedê li dar xistin. Hatice Tekdag a 25 sal in li hestiyên hevserê xwe Alî Tekdag digere bal kişand ser operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û got: "Em şer naxwazin. Bila ciwan nemirin xwîn nerije. Em azadiyê û aşitiyê dixwazin."
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 557'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin" li ber avahiya ÎHD'ê ya Amedê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku di pêvajoyeke ku xwîn, êş, rondikên çavan û mirin heyî re derbas dibin û got: "Em tim dibêjin pirsgirêka Kurd tenê dikare bi muzakereyan bê çareserkirin. Lê mixabin ferasete ku ji vê çareserî û diyalogê dûr niha li ser desthilatdariyê ye. Bi lez riyên çareseriyê vekin." 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî, diyar kir çend roj in li erdnîgariya lê dijîn agahiyên kuştinê dibihîzin û got: "Hejmareke zêde sivîl jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûn. Em wek parazvanên mafên mirovan aşitî û edaletê israr dikin." 
 
Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, aqûbeta Yavûz Kaynar ê di sala 1995'an de li Kilîsê dema eskerî dikir hat windakirin pirsî.
 
Pişt re Hatice Tekdag a 25 sal in li hestiyên hevserê xwe Alî Tekdag digere diyar kir ku cenazeyên xwe ji dewletê dixwazin û dewlet çima cenazeyê wan nadin wan? Hatîce bal kişand ser şerê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê û wiha axivî: "Em şer û pevçûnê naxwazin. Bila ciwan nemirin xwîn nerije. Em azadiyê û aşitiyê dixwazin."
 
Xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan li dar xist û belav bûn.