Kongreya Star nameyek ji Konseya Ewlekariyê re şand: Gavên lezgîn bavêjin

  • 16:09 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star, nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û got: "Ji bo pêşî li sûcê mirovahiyê yê arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike were girtin em bangavaziya çalakî û gavên lezgîn dikin."
 
Kongreya Star ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nameyek şand û bal kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nameyê de hat diyar kirin ku ji bo çareseriya polîtîk a krîza li Sûriyeyê bi temsîl û tevlîbûna civakên ol, çand û neteweyên cuda pêk were, gavên lezgîn were avêtin û her wiha divê li hemberî Tirkiyeyê helwestên aborî û polîtîk bên nîşandan.
 
Nameya ku hatî şandin wiha ye:
 
"Di 9´ê Cotmehê 2019'an de dewleta tirk li dijî xakên Bakûrê Sûriyeyê dest bi êrîşê kir. Heta îro ji Girê Spî (Til Ebyad) heta Dêrikê (El Malikiyê), li dijî gund û bajarên li 460 km xetê sînor, êrîşên hewayî û bombebaranên artêşa tirk dewam dikin. Li gorî rapora ku Heyva Sor a Kurdistan´ê weşandiye, tenê di seatên destpêkê yên êrîşan de 5 sivîl hatine kuştin, 5 sivîl jî birîndar bûne. Di nav van de gelek zarok û jin jî hene. Hêzên artêşa Tirk tevî eskerên bi pere û cîhadîstan dîwarên sînor rakirin û dest bi êrîşên xwe yê dagirkeriyê kirin. Li hemberî vê yekê QSD ji bo gelên herêmê ji komkujiyan biparêze parastina xwe ya rewa didomîne. Di heman demê de ji bo hucreyên veşartî yên DAIŞ´ê li Suriye dest bi êrîşên nû bike teşwîk dikin.
 
Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metîngeriyê ferz dikin
 
Mirovên ji civakên hemû etnîk û baweriyan bi tehdîda jiyanê re rû bi rû ne. Gelek malbat li dijî herêmên şer cihekî ewle ku karibin biçin nabînin. Ji ber ku êrîş li hemû herêman belav bûne. Piranî tevî gundên nifûsên Ereb û Kurd, bi taybet jî taxên Xiristiyan yên li Qamişloyê hedef tên girtin. Gelek eşkere ye ku ev êrîş bi armanca paqijiya etnîk û guhertina demografîk pêk tên. Dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên şer ku li Efrînê di destpêka 2018'an de dest pê kir heta îro ji aliyê civak û rayagiştî ya navnetewî ve ji nedîtî ve hatin dîtin. Ji ber vê yekê Tirkiye niha hewl dide ku xakên xwe fireh bike. Bi vê yekê hikûka navnetewî û yekîtiya xakên Sûriyeyê bin pê dike û metîngeriya xwe li ser xakên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ferz dike. Rêvebariya Xweser a Demokratîk ku îrade û mafên jinan û gelên herêmê diparêze, ji gelan re jiyaneke aştiyane û hevbeş afirandiye, lê Tirkiye vê îradeyê tune dihesibîne. 
 
Ji bo penaberan alîkariyeke berbiçav nehatiye kirin
 
Li Suriye ev 8 sal in trajediyeke mirovahiyê û şer serdest e. Di heman demê de herêm bê navber bi êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamê re rû bi rû dimîne. Tevî vê yekê Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ev bi salan e bi awayekî serketî pêdiviyên însanî yên hemû mirovên li vê herêmê bi cîh anî û mafên wan yên demokratîk bi serketî pêk anî. Ji ber vê yekê ji herêmên cuda yên Suriye bi sed hezaran penaberên şer koçî herêmê kirine. Tevî ku ji saziyên neteweyên yekbûyî ji bo van penaberan alîkariyeke berbiçav nehatiye kirin, Rêveberiya Xweser van penaberan bi kêfxweşî pêşwazî kiriye, parastiye û piştgirî daye wan."
 
'Hincetên dewleta tirk ji rastiyê dûr in' 
 
Kongreya Star di nameya xwe de da zanîn ku Tirkiye û Emerîka bê sebep ev mekanîzma ji holê rakirin û name wiha dom kir: "Di vê çarçoveyê de em destnîşan dikin ku hincetên dewleta tirk ku ji bo êrîşa dij hikûkî ya li dijî herêma me rewa bike bikartîne, dirûtî ye û ji rastiyê dûr in:
 
* Tirs û fikarên Tirkiye yên “ewlekariyê”, ku ji bo xetê sînor tinê ziman, di mehên borî de ji aliyê Emerîkayê, hêzên muttefîk, Tirkiye û QSD ve bi mekanîzmayeke hevbeş ya ewlekariyê di asteke girîng de hate pêşwazîkirin. Tirkiye û Emerîkayê bê sebep ev mekanîzma ji holê rakirin. 
 
* Ya ku weke “vegera penaberên şer a ji Suriye’’ tê binavkirin, ya rastîn bi destûra Tirkiye, bicîhkirina endamên Dewleta Îslamî û komên cîhadîst yên din ên li ser herêma sînor in û bi plana paqijiya etnîkî tê kirin. Hikûmeta Erdogan dema planên xwe yên dagirkeriyê û şer îlan kir, tevî saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî ji bo pêşî li binpêkirinên hiqûqî bigire û mafên rewa yên însanên li herêma me biparêze tedbîrên pêwîst negirtin. Komkujiyên ku Împaratoriya Osmanî di sala 1915´an de li dijî gelên Ermenî, Suryanî kir û komkujiyên li Dêrsim, Halepçe, Nisêbîn, Cizîre, Efrîn û hwd. li dijî Kurdan pêk hatin hîn di bîra me de ye. Her çend ji bo van sûcên mirovahiyê bi awayekî eşkere amadekarî hatibe kirin jî civaka navnetewî çavên xwe li van girt û ji ber vê yekê bû hevparê van sûcan."
 
'Divê herêm ji firînê re bê qedexekirin'
 
Di nameyê de herî dawiyê bang hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo di sedsala 21. de pêşî li qirkirinan û sûcên mirovahiyê were girtin, em banga lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî û hemû sazî û dezgehên girêdayî wê dikin:
 
* Ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriye were rawestandin,
 
* Ji bo parastina jiyana gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê herêma ji firînê re qedexe were sazkirin,
 
* Ji bo hêzên artêşa Tirk, çete û rêxistinên terore yên weke DAIŞ, El Nusra û rêxistinên terore yên cuda paqijiya etnîk nekin, bikevin tevgere, 
 
* Bazirganiya çek ya ji Tirkiye re were rawestandin,
 
 * Li dijî Tirkiye helwestên aborî û polîtîk pêk werin,
 
 * Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê were qebûlkirin,
 
* Ji bo çareseriya polîtîk a krîza li Suriye bi temsîl û tevlîbûna civakên ol, çand û neteweyên cuda pêk were, gavên lezgîn were avêtin."