Jinên Kobanê: Dewletên navneteweyî jî berpirsyarên qetilkirina sivîlan in
- 16:34 12 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê bêdengiya navneteweyeyî ya derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin û gotin: "Dewletên navneteweyî berpirsê qetilkirina sivîlan in."
Bi armanca şermezarkirina bêdengiya qada navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şeniyên Minbic, Tebqa, Reqqa û Dêre Zorê meşeke girseyî li ber navenda Koalisyona Navneteweyî ya li gundê Xerab Hişkê li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn bertekên xwe nîşan dan.
'Bi sedan sivîl tên qetilkirin'
Jina bi navê Evîn Berewad bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk bi rengekî hovane bi tank û topan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran û bombebaran dike. Di encamê de sivîl dibin armancên van êrîşan. Em bang li dewletên navneteweyeyî dikin ku van êrîşan bidin rawestandin. Bes e êdî, bi sedan zarok û sivîl ji komkujiyan derbas bûn. Em niha li ber navenda Koalisyona navneteweyî kom bûne, da ku dengê xwe bigîhînin raya giştî ya cîhanê ji bo ku van êrîşan bidin rawestandin û bê deng nemînin."
'Em ê li ber xwe bidin'
Evînê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şervanên QSD'ê çeteyên herî xeter DAIŞ têk birin. Îro bi saya berxwedana wan cîhan bi awayekî aram dijî. Niha em dibînin ku cîhan tevahî li hember van êrîşan bê deng e. Çawa di 9'ê Cotmeha 1998'an de komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan meşandin, dîsa komplo dewam dike û di heman rojê de dest bi êrîşên li ser herêmên me kirin. Armanca van êrîşan ew e ku bi taybet Gelê Kurd tune bikin. Lê gelê kurd wê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bide û tu carî serî ji kesî re natewîne."
'Dewletên navneteweyî berpirsiyarê qetilkirina sivîlan in'
Her wiha jina bi navê Zehra Taba ya ji bajarê Dêre Zorê wiha axivî: "Em wek şêniyên Dêre Zorê piştgiriya gelê Girê Spî û Kobanê dikin. Em dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xakên Sûriyê qebûl nakin. Dewletên navneteweyî berpirsiyarê qetilkirina sivîlan in. Em ê li pişt gelê xwe û şervanên xwe bin. Em dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyê re."







