Rewşenbîrên Silêmanî ji bo Rojava civîn li dar xistin

  • 17:18 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr û aktivîstên bajarê Silêmaniyeyê li hev civiyan û di civînê de çend pêşniyar kirin û xwestin ku Parlamentoya Herêma Federela  a Kurdistanê biryara derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê erê bike.
 
Rrewşenbîr û aktivîstên Silêmaniyeyê li oteleke civiyan, di civînê de rewşenbîran çend pêşniyar kirin. Li gorî peşniyarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan dikare piştgiriyê bide berxwedana Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. 
 
Her wiha di civînê de hat destnîşan kirin ku divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê şandek hevbeş ji bo dîplomasî avabike, ev şande serdana navendên navnetewî bike û daxwaza helwestên pratîkî ji welatên cîhanê bikin ku bikaribin êrîşan bidin sekinandin. Her wiha di civînê de daxwaza biryara derxistina artêşa tirk ji xaka Herêma Federal a Kurdistanê erê bike.