Welatiyên Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşan berê xwe dan noqteya Rûsan
- 17:46 12 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Şêniyên navçeya Til Rifet û Şêrewayê bi dirûşma "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9 ê Cotmehê ya li ser Rêber APO ye" meşek li hember noqteya Rûsan li Navçeya Til Rifetê li dar xistin.
Bi sedan ji şêniyên Navçeya Til Rifet û Şêrewayê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi dirûşma "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo ye" berê xwe dan noqteya Rûsan.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê" û "Erdogan qatîlê jin, zarok û sivîlan e" hatibû hildan. Her wiha bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî wekheviya gelan", "Bijî Serok Apo" û "Bimre îxanet" hatin berzkirin.
Meş ji destpêka Navçeya Til Rifet a girêdayî Kantona Şehbayê dest pê kir heta noqteya Rûsan berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawud axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi vê êrîşê dixwaze yekbûna gelan xirab bike. Em îro hatin ber noqteya Rûsan, pêwist e Rûsya bi erka xwe ya mirovî li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabe û piştgiriya gelê Kurd bike. Gelê li vir li dijî terora DAIŞ'ê, bedelên giran dan, ji bo parastina xaka xwe bikin."
Meş bi diruşmên "Bijî hêza QSD ê", "Bijî wekheviya gelan" û "Bijî yekîtiya gelan" bi dawî bû.







