Li Fransa, Elmanya û Norweçê operasyon hat protestokirin
- 18:28 12 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Norweç, Elmanya û Fransyê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Li Norweç, Almanya û Fransayê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Kurd û dostên kurdan li qadan bang bidawîbûna operasyonê kirin.
Li bajarê Trondheîm ê Norwecê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku divê Ewropa helwesteke zelal nîşanî vê operayonê bide.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî meşek hat lidarxistin û herî kêm 10 hezar kes tevlî meşê bûn. Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên arteşa Tirk protesto kirin. Di çalakiya protestoyê de hate diyarkirin ku ‘Roj roja hevgirtina Kurdan e. Em li dora gelê Kurd û şervanên wê bibin xelek.” Piştî çalakiyê gel meşiya û di meşê de nûnerên NPA, PCF, Ensemble û CGT’ê axivîn.







