Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin
- 18:36 12 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî operasyonên leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeniyên Herêma Federal a Kurdistanê daketin qadan û banga yekitiya kurd hat kirin û daxwaza rawestandina operasyonê hat kirin.
Li Herêma Federal a Kurdistanê gel daket qadan û operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê şermezar kirin. Li şêniyên Dihokê di çalakiya xwe de banga yekitiyê kir. Li navçeya Akrê jî di çalakiyê de gotin îro Rojava, sibe Başûr e. Li Zaxo û navçeya Soranê jî bi heman armancê gel daket qadan çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.
Sazî û dezgehên sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, mamoste, aktivîst û şêniyên Parêzgeha Duhokê bi armanca şermezarkirina êrîşan daxuyanî dan çapemeniyê û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku êrîş bê rawestandin.
Bi sedan şêniyên navçeya Akrê li dijî operasyona leşkerî xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. Di xwepêşandanê de rexne li Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê hat kirin û diyar kirin ku li hemberê Rojava bêwefaye.
Welatiyên Zaxo û Soranê li dijî êrîşan daketin qadan û nerazîbûn nîşandan. Li Soran û Zaxoyê daxwaza temaşekirina rêzefîlmên tirkan bên boykotkirin hat kirin. Her wiha daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin.







