Li Helebê ji bo piştgiriya gelên Rojava kon hat vedan

  • 19:10 12 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Bi pêşengtiya Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya berxwedana Rojhilatê Sûriyeyê konê hevgirtinê hat vedan.
 
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li Helebê bi pêşengtiya Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji bo piştgirî û hevgirtina berxwedana Gelê Rojhilatê Sûriyê kon vedan. Hemû gelê heremê, sazî û dezgehên sivîl tevlî çalakiya kon bûn û bertek û hêrsên xwe li hember êrîşên artêşa tirk nîşan dan. Ev kon dê 7 rojan dom bike.
 
Bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê bernameya konê çalakiya piştgiriya rojava dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Sîham Bîlal axivî û wiha got: "Em êrîşên artêşa tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Gelê me îro li wê derê li berxwe didin, em jî berxwedana gelê xwe silav dikin. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze, em ji warên xwe berdin û cihê me, çete dagire. Em dev ji warê xwe bernadin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê berxwedana xwe bidomînin. Derveyî berxwedanê tu rê li pêşiya me tune ye. Em ê bi berxwedana xwe serkeftinê mîsoger bikin. Banga me ji hêzên navnetewî re heye ku çavên xwe li hember van êrîşan negirin. Erdogan dixwaze bi van êrîşan gelê kurd qir bike, lê em ê dawiya Erdogan bînin." 
 
Konê hevgirtinê bi nobetan didome.