Şêniyên Helebê li dijî êrîşan meş li dar xistin

  • 08:30 13 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Bi hezaran şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadan û bi meşekê şermezar kirin.
 
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi Hezaran şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê daketin qadan û êrîşan şermezar kirin. Di meşê de alên Kongreya Star, PYD'ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Bimrê hêzên komploger", "Bijî berxwedana Îmrali", "Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e" hatibû hildan. Her wiha gel bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" û "Na ji dagirkeriya Osmaniyan" berzkirin. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Fatma Hesen axivî û wiha got: "Em êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Erdogan bi van topan nikarê vîna azadiyê û serkeftina me bişkînê. Em weke gel, me xeta berxwedanê hilbijartiye. Ji bo wê çi êrîş li ser me were em ê herdem berxwe bidin."